Butçeya 2026’an wek butçeya şer wê derbasî dîrokê bibe

  • 09:04 29 Kanûn 2025
  • Rojane
ENQERE - Ozgul Sakî da zanîn ku butçeya 2026’an wek butçeya şer wê derbasî dîrokê bibe û got: “Dema hûn destdirêjiya li hember jin û zarokan, qetilkirina jinan û her wiha daxwazên civakî û siyasî yên gelê Kurd tune bihesibînin, hûn ji civaka demokratîk dûr dikevin.”
 
Butçeya sala 2026’an ji meclîsê derbas bû. Butçeya wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ji bandora mezin a sala malbatê wêditir neçû. Ji bo xebatên jinan 8 mîlyar hat veqetandin. 8 mîlyar ne têkoşîna li dijî tundiyê, qadek berfireh a îstîhdam û perwerdehiya jinê jî dihewîne. Lêçên saziyên jinan û ŞONÎM’ê jî ji vê tên girtin.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî der barê butçeya 2026’an de axivî.
 
‘Keda jinan li gorî hewcedariyên patronan wê bên sazkirin’
 
Ozgul Sakî got di butçeya 2026’an de navê jinê tuneye û got: “Rojane 51 kuruş para jinê ketiye. Destilatdariyê 10 salên pêşwek sala malbatê îlan kir. AKP’ê di 2025’an de sozên dan jinan yek neanî cih. Ji aliyê  wezareta malbatê ve ji bo keda erzan a ji bo patronan bê peyda kirin, zemîn hat avakirin. Keda jinan li gorî hewcedariyan patronan tên sazkirin.”
 
‘Jinan dikin xwedî hewcedarî’
 
Ozgul Sakî da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a jinan tundiya nav malê û qada cemaweriye û wiha domand: “Desthilatdarî dibêje ji tundiyê re sifir tolerans. Jin tên qetilkirin. Dibêjin ‘butonên me hene, pekanîna KADES’ê heye. Me sererastkirin kirine.’ Lê ji we napirsin çima evqas jin tên qetilkirin. Tevî biryarên parastinê, tevî serlêdanên mekanîzmayan jin tên qetilkirin. Di şevekê de ji Peymana Stenbolê derketin. Gelo qanûna 6284 bi bandor pêk tînin? Na. Butçeya we kêm be hûn çima daaxwaz nakin. Dibêjin butçe têr dike çi ji destê wan tê dikin. Butçeyê çi dikin? Bi alîkariyên civakî jinan dikin hewcedar.
 
Malbatê esas digirin
 
Ozgul Sakî wiha domand: “Wezareta malbatê, malbatê esas digire û wiha vegot: “Dixwazin civakê bin îtîkatkar. Vê jî bi mantika jin nava malbatê de girêdayê bav û hevjînin, dikin. Çav berdan mafê nefeqeya jinan. Jinan hewcedarê mêra dikin.  Di butçeya 2026’ande bi mîlyar lîrayan butçeya wezareta malbatê ji wezareta karê Diyanetê re hatiye veguhestin. Butçeya Diyanetê ji gelek wezaretan zêdetire. Mantika bi polîtîkayên mîlîtarîst çareseriya pirsgirêkan ketiye nav hemû wezaretan.Desthilatdariya AKP û MHP’ê butçeyek bi mantika ‘dijminên me hene divê em razameniyên leşkerî bikin’ butçeyê amade dikin. Dema mirov di alî jin û zarokan de dinêrin piranî butçe diçe qada leşkerî û wek alava propagandayê tê bikaranîn.”
 
‘Wê wek butçeya şer derbasî dîrokê bibe
 
Ozgul Sakî destnîşan kir ku li dibistanên dayîkê di hefteya malên herêmî de ÎHA-SÎHA hatine nasîn û got di wî temenî de mêjiyê zarokan bar dike; hûn dikarin birçî bimînin, xizan bimînin. Lê hebûne çekên xurt pêwistin bi van serbilindbin li dijî birçîbûnê serî bitewînin.’ Ozgul Sakî ev tişt bi lêv kir: “Butçeya 2026’an butçeya şer e, wê derbasî dîrokê bibe. Dema hûn destdirêjiya li hember jin û zarokan, qetilkirina jinan û her wiha daxwazên civakî û siyasî yên gelê Kurd tune bihesibînin, hûn ji civaka demokratîk dûr dikevin.”