Ji bo mafê jinan banga tevlibûna mîtînga Enqereyê
- 09:04 25 Kanûn 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Jin di 10’ê cotmehê de li dijî polîtîkayên dijminê jinan yên desthilatdariyê ji bo dengê xwe bilid bikin di mîtîngê de tên gel hev. Pêkhateyan diyar kirin ku ji bo biryarbûna rêxistinbûna jinan ji bo jiyanek wekhev û mafên jiyanê gelek girîng e.
Li Enqereyê bi banga hevpar a 37 saziyên jinan wê di 10’ê Çile de li Qada Tandogan mîtînga ‘Ji bom af, jiyan û azadiyê mîtînga mezin a jinan’ pêk bînin. Jin wê li dijî polîtîkayên dijminê jinê, xizaniya jinê û aştî-azadiyê, xespkirina maf, qetilkirin û tundiya li ser jinan li qadan bin.
Jinên der barê armanca mîtîngê de axivîn.
Ji Tevgera Femînîst a Çep Fatoş Eroglu diyar kir ku ew li dijî her cureyê êrîşên li ser jinan mîtîngê pêk tînin û wiha got: “Cînayet û tundiya li ser jinan li her derê zêde dibin. Ji bilî van li dijî mafên jinan êrîşên cidî hene û der barê van de jî qanûn tên amadekirin. Em ê li dijî van polîtîkayan li qadan bin.”
‘Em dest ji mafên xwe bernadin’
Fatoş Eroglu daxuyakirin ku wê li dijî pergala dijminahiyê ya li hember jinên li qadan bin û ev tişt bi lêv kir: “Li aliyê din bi destê diyanetê der barê maf û terza jiyana jinan de xutbe tên dayîn. Bi van pêkanînan jiyan, cil û bergên jinan tên sînokririn. Desthilatdariya AKP’ê rolan me ferz dikin. Em jin ku bi salane têdikoşin dest ji mafên xwe berdandin. Em hewldanên ku jinan wek hêza erzan a kar dibîne qebûl nakin. Em ji bo mafên xwe yên wekhev têdikoşin. Em hemû jinan vexwendiyê qada Tandogan dikin. Tundî û destdirêjiya li ser jinan sînor bezandine. Li hember sûcên li dijî jinan polîtîka bêcezahiştinê tê meşandin. Em ê li dijî van êrîşan li her derê dengê xwe bikin yek û têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin.”
‘Mafê jinan tên tunekirin’
Seroka Komeleya Jinan a 29 Ekîm Şenal Sarihan jî nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku ew ji bo mafên herî sereke yên mirovahî yên jinan têdikoşin û wiha anî ziman: “Demên dawî de bi bandora feraseta desthilatdariyê hewl tên dayîn jin hepsê malê bibin, ji jiyana civakî bên vekişandin. Ev pirsgirêkek girînge. Lê pirsgirêka herî giring ev e ku mafê jinan tune hatiye hesibandin. Di mehekê de 20-25 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Em ê li dijî van êrîşan li qadan dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo mafên xwe di 10’ê Çile de li qada Tandoganê bin.”
Pêkhateyên mîtîngê
Tumbelsen, Komeleya Jinan a 29 Ekîm, Meclîsa Jinan a Federasyona Elewî Bektaşî, Komeleya Çanda Elewî, Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê, Navenda Mafê LGBTÎ a Baroya Enqeryê, Komîsyona Mobîng û Newekheviyê ya Zayendî ya ASMMMO, Komeleya Wekhevî û Têkoşîna li dijî Newekheviyê, Komeleya Dildarên Başkent, Komeleya Destnede, Meşa Jinan a Cîhanê, Komeleya Jiyana Wekhev, Koma Xebata Jinan a Xebatkarên Malê, Federasyona Mafê Astengdaran, Komeleya Haci Bektaş, Komeleya Perwerdehî û Çandê ya Haci Bektaş, Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin, Komeleya Xebatên Jinan, Weqfa Piştevaniya Jinan, Komeleya Jin û Têkoşînê, KAOS-GL-KASAÎD, Komeleya Lêkolîna Jiyana Civakî ya Jinan, Meclîsa Jinan a KESK’ê, Komeleya Jinên Endezyar û Mîmar, Yekitiya Mulkiyetê, Meclîsa Jinan a Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Meclîsa Taxê ya Seyranbaglari, Tevgera Çep a Femînîst, Komeleya Parêzer Soyal Demokrat, TJA, Yekitiya Jinên Tirk, Yekitiya Tabîbên Tirk, Komeleya Jinên Zanîngehê yên Tirk, Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê, Weqfa Uçar Supurge, Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Yenîmahale.







