
Ji aktîvîstên jin ji bo Nasîm Gulamî name
- 18:37 22 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek ji rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî yên berê nameyek ji bo çalakvana civaka sivîl Nasim Gulamî Simiari weşandin û xwestin dawî li greva xwe ya birçîbûnê bîne.
Nasîm Sîmîarî, girtiyeke siyasî ye û çalakvaneke sivîl ku di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de hatibû girtine. Ev 10 roj in li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye. Di 19’ê Cotmehê de, zêdetirî 60 girtiyên siyasî, sivîl û yên berê girtî bûne, nameyek ji Nasîm Sîmîarî re nivîsandin. Di nameyê de pesnê wêrekiya wê û wîjdana wê ya berpirsyar a di piştgiriya Farîba Kamalabadî de hat dayîn û jê hat xwestin ku ji bo parastina tenduristiya xwe, greva xwe ya birçîbûnê biqedîne.
Jinan got: “Laşê te bi qasî îdealên te hêja û esîle; lênêrîna wê beşek ji berdewamiya heman têkoşînê ye.” Name ji hêla zêdetirî 60 çalakvanan ve hatiye îmzekirin. Di nav wan de Sayeh Saydal, Sepîdeh Qolyan, Maryam Yahyavî, Hastî Amîrî, Motaharah Gunaeî, Vîda Rabbanî, Nahîd Taghavî, Saeedeh Shafîeî, Nasîm Soltanbegî, Nergîz Muhammadî hene.
Name bi vî rengî ye:“Nasîma hêja, Em, komek çalakvanên civaka sivîl û girtiyên siyasî yên berê yên xwedî wîjdan, vê nameyê bi dilên tijî fikar, lê di heman demê de bi rêzgirtina ji bo biryara te ya wêrek ji te re dinvîsin. Em baş dizanin ku biryara greva birçîbûnê ne hêsan û ne jî erzan e; ew ji kûrahiya wijdana te û berpirsyariya te ya ji bo êşa yên din derdikeve. Em her wiha dizanin ku greva te ji bo parastina mafên Farîba Kamalabadî û pêşîgirtina li berdewamiya zexta li dijî wê hatiye kirin e. Lê belê, berevajî rûtîna ku me heta niha di derbarê bersiva mekanîzmayên îdarî û rayedarên girtîgehê de ji bo grevan dizanibû, xuya ye ku pêvajoyek dest pê kiriye û daxwazên we û yên me hemûyan – yên azadiya ji bo Farîba Kamalabadî- tên şopandin. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de em ê di vê rewşê de rastî astengiyên din neyên. Em hêvî dikin ku bi biryardarî, hevgirtin û lêgerîna kolektîf, em ê bigihîjin encamek edilane.”
Di berdewamiya nameyê de wiha hate gotin: “Em ji te fêr bûne ku li hember neheqiyê bêdeng nemînin, dema ku nheqî li me tê kirin bêxem nemînin, bi hemû hêza xwe bilind bisekinin û hevdu neterikînin. Lê îro, bi fikirîna li ser laşê te, ku ewqas êş kişandiye û bi zanîna ku em hîn jî ji bo rojên pêş di vê têkoşîna kolektîf de hewceyê hêza te ne, em dua dikin ku tu niha greva xwe ya birçîbûnê biqedînî. Laşê te bi qasî îdeala te hêja û esîl e; lênêrîna wê beşek ji berdewamiya vê têkoşînê ye. Em di her gavek ku ber bi azadiya bê şert û merc a Farîba Kamalabadî û ji bo edaletê ve tê avêtin de li kêleka te ne. Wateya deng û kiryarên te bi me re deng vedide. Bi hezkirin û rêz."