
Li Rihayê ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî
- 20:07 21 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Li Rihayê der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Dosya bêdeng, edalet bêdenge, lê em ne bêdin.”
Li Wêranşar a Rihayê bi armanca balê bikşînin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş li Parka Tren Yolu daxuyanî hat dayîn. Pankarta ‘Ji bo Rojînê deng bidin, ATK gumanbaran aşkera bike bila bên darizandin’ vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘deng bidin dengê Rojînê’ hatin berzkirin.
Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hate gotin: “Em bibin dengê Rojînê, rastiyê derxin holê. Rojîn li Wanê winda bû. Piştî rojan şûnde cenazeya wê hat dîtin. Di raporê de gotin di avê de fetisiye. Lê rastî ev qas ne hêsan bû. Her kesî ev dizanibû. DNA’yê aydê du mêran li ser bedena Rojînê hat dîtin. Lê ew DNA aydê kêne hîna nehatiye aşkerakirin. Dosya bêdeng, edalet bêdenge, lê em ne bêdin. Em bidin dengê Rojînê, rastiyê derxin holê.”