Xwendekar 4 roj in ji bo Rojîn Kabaîş li ser piyan e

  • 14:28 16 Cotmeh 2025
  • Rojane
WAN -  Xwendekarên Zanîngeha Van Yuzuncu Yil ji bo Rojin Kabaiş ber bi rektoriyê ve meşiyan. Xwendekaran bang li rektor kirin û daxwaza daxuyaniyê kirin.
 
Berxwedana xwendekarên Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş di roja xwe ya çaremîn de berdewam dike. Ciwan li kampusa zanîngehê kom bûn û ber bi avahiya rektoriyê ve meşiyan. Xwendekaran pankartên "Lêpirsînê bikin! Rastiyê eşkere bikin" û "Xweparastin hebûn e" hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Rojin Kabaiş serhildana me ye", "Kampus ranezê li xwendekara xwe xwedî derkeve", "Jin jiyan azadî" û "Heq, hiqûq û edalet" berz kirin.
 
Ciwan li ber avahiya rektoriyê kom bûn û daxwazên xwe rêz kirin.
 
"* Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê  lêpirsîna sûcê 'destdirêjiya zayendî ya girankirî' berfireh bike.
 
*Wezareta Dadê divê di çarçoveya lêpirsîna gengaz de hemû rayedar û karmendan lêkolîn bike û ger pêwîst be, wan darizîne.
 
*Divê ew kesên ku ev qetlîam kirine bên darizandin, ne ew kesên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûne.
 
*Daîreya Pispor a ATK ya Stenbolê divê raporek berfireh amade bike.
 
*Divê du nimûneyên DNA yên mêran ên cuda yên ku li ser cenazeyê Rojînê hatine dîtin werin eşkerekirin.
 
*Divê fermanên nepenîtiyê yên li ser dosyayê tavilê werin rakirin.
 
*Divê malbat, parêzer û raya giştî bigihîjin agahiyên rast."
 
Xwendekar dê saet 4:00'an de li ber rektoratê çalakiya xwe bidomînin."