Şandeya Îmraliyê ji gravê vegeriya

  • 16:27 3 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûbû Îmraliyê, ji giravê vegeriya. 
 
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê. Şande, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Hat zanîn ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re 3 saet û nîvan domiyaye. Li bendê ye ku şande têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide. 
 
Şandeya Îmraliyê ku ji ewil Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê tê de cih digirt, cara weil di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina duyemîn jî di 22’yê Çileyê de hate kirin. Li gel Pervîn Buldan û Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Ahmet Turk, Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan, banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiribû. 
 
Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kirî, Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol di 21’ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ji endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, piştî kongreya dîrokî ya PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê, di 18’ê Gulanê de çûbûn giravê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke nû kirin. 
 
Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk dihat û piştre Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar jî lê hate zêdekirin, di 6 û 25’ê Tîrmehê de jî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şande herî dawî di 28’ê Tebaxê de çû Girava Îmraliyê û hevdîtin kir.