
Dê mîtînga 'Civaka Demokratîk û Azadiyê' bê lidarxistin'
- 16:37 3 Cotmeh 2025
- Rojane
ÊLIH - Platforma Saziyên Demokratîk dê li Êlihê mîtînga "Civaka Demokratîk û Azadiyê" li dar bixe.
Platforma Saziyên Demokratîk derbarê mîtînga "Civaka Demokratîk û Azadiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê were lidarxistin de civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Semra Güneş, di civîna ku li avahiya Rêxistina Bajar a Êlihê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk hat de, li ser navê Komîteya Amadekar a Mîtîngê axivî û diyar kir ku divê saziyên navneteweyî di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de berpirsiyariyên xwe yên li dijî tecrîdê bi cîh bînin.
Semra Guneş got, "Ji bo ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê ne bi rêyên leşkerî bi rêyên aştiyane çareser bibe, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Bi vê berpirsiyariya dîrokî, em hemû gelê Êlihê vedixwînin mîtînga "Civaka Demokratîk û Azadiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de were lidarxistin."
'Mifteya hêviyê di azadiya Birêz Ocalan de ye'
Semra Guneş got, "Em dizanin ku mifteya rêbazên aştiyane û hêviyê di azadiya rêberê gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de ye." û got, "Em hemû gelê Êlihê vedixwînin mîtînga ku dê di 12'ê mehê de bê lidarxistin."