
Heyeta Îmraliyê: Serdana Îmraliyê wê demek kurt de pêk bê
- 19:31 1 Cotmeh 2025
- Rojane
ENQERE- Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê PervînBuldan got: “Hevdîtina bi Îmraliyê re wê demek kurt de pêk bê.”
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler û serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn çû serdana Koma DEM Partiyê. Piştî serdanê Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar ki kir ku wê hevdîtina bi Îmraliyê re demek kurt de pêk bê.
Pervîn Buldan der barê hevdîtina bi Erdogan re jî nirxandin kir û got: “Li gorî min hevdîtinek li gorî rihê demê bû. Êvarê jî berdewama wê heye. Em ê resepsiyonê de bên gel hev.”