Meşvan li Curnê Reş bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ hatin pêşwazîkirin
- 20:26 1 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Meşa bi pêşengiya TJA’yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin gihişt Curnê Reş. Hevşaredara Êlihê Gulîsan Sonuk ku qeyûm tayînê şûna wê bibû axivî û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya çareseriyê bi hêvî danî holê.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya ‘em bi hêvî dimeşin azadiyê’ ji Amedê berbi enqreyê ve meş hat destpêkirin. Jinên ji Amedê derketin rê ji têketina Curnê Rewş heta navendê meşiyan. Gelê Curnê Rewş bi coşek mezin girse pêşwazî kirin.
Piştre daxuyanî hat dayîn. Hevşaredara Êlihê Gulîsan Sonuk ku qeyûm tayînê şûna wê bibû axivî û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya çaeseriyê bi hêvî daniye holê û got: “Em we hemûyan silav dikin. Em Rêberê Gelê Kurd jî silav dikin. Em daxwaza gelê Kurd bi vê meşê parve dikin. Gel3e Kurd erka xwe anî cih. Em careke din azadiya Birêz Ocalan daxwaz dikin. Divê mafê hêviyê pêk bê.Heta daxwaza me neyê cih em ê li qadan bin.”