
Forumên piştgiriyê yên li dijî tundiya li ser jinan dewam e
- 11:42 5 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin” de, di meha Tebaxê de ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan û xurtkirina hevkarî û piştgiriyê li dijî kuştinên jinan, forumên curbicur li dar xist.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin” de, di meha Tebaxê de ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan û xurtkirina hevkarî û piştgiriyê li dijî kuştinên jinan, forumên curbicur li dar xist.
Di vê çarçoveyê de, yekîneya jinan bi beşdariya hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, tevgera jinan û gelek aktîvîstên jinan li parkan û taxan bi jinan re hatin ba hev û agahiyên têkildarî navnîşan û jimareyên telefonê yên mekanîzmayên piştgiriyê parve kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de; li parkên Kuça, Dereboyu, Begonvil, Mîmoza, Xelîl Brahîm Oruç, Meryem Xan, Park Orman, Qada Bajêr, Gundê Kirxalî û li taxa Çardakliyê ya ku girêdayî navçeya Hênê ye civînên bi jinan re hatin lidarxistin. Di van foruman de bi giştî gihîştin 1471 jinan û di derbarê rêyên ku di rewşên hewcedariya piştgiriyê de çawa dikarin bên şopandin agahdarî hatin dayîn. Herwiha, pêşniyarên jinan ên di derbarê têkoşîna li dijî tundiyê hatin guhdarîkirin û bi armanca xurtkirina tora hevkarî û piştgiriyê nêrîn hatin parvekirin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê diyar kir ku bi van foruman wê li kêleka jinan be û di meha Îlonê de xebatên ji bo zêdekirina hişmendiya civakî li dijî tundiyê li herêmên gundewarî bidomîne.