Jin di mîtînga aştiyê de: Daxwaza me azadiya Abdullah Ocalan e

  • 09:05 2 Îlon 2025
  • Rojane
 
Evîn Çîftçî
STENBOL - Jinan di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
 
Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mîtîngek bi dirûşmeya "Demokrasî û Aştî dê li dijî şer û mêtingeriyê bi ser bikevin" hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên kedê, rêxistinên ciwanan, sendîkayan û gelekên din beşdarî mîtîngê bûn.
 
Jinên ku beşdarî mîtîngê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
Dîdem Yılmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Em, bi taybetî jin, bawer dikin ku ev pêvajoya aştiyê divê bi tenê komekê ve sînordar nebe; divê her kes beşdarî vê aştiyê bibe. Bidawîhatina şer divê tenê bêdengkirina çekan nebe; nayê wê wateyê. Şer tê wateya hilweşîna aborî, krîza aborî, zêdebûna kuştina jinan, û pirsgirêkên perwerde û xanî.
 
'Dengê aştiyê bilind bikin'
 
Berdevka Rêxistinbûnê ya DEM Partiyê ya Stenbolê Fatma Çelîk, diyar kir ku bi minasebeta 1'ê Îlonê daxwazên xwe ya aştiyê anîn ziman û wiha axivî: "Daxwaza herî girîng a gelê me ew e ku Rêberê me azad bibe û bikaribe bi hêsanî bi gelê xwe re têkilî dayne. Niha, hikûmetê ti gav neavêtiye. Bi giştî nebûna baweriyê heye. Ger ew bi rastî vê yekê cidî bigirin û xema xwe bidin, divê gavên pêwîst bavêjin, bi Rêber dest pê bikin. Ez ji hemû gelan re dibêjim ku aştî pir girîng e û divê em hemû piştgiriya xwe ji bo vê yekê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin."
 
'Ocalan nûnertiya aştî, azadî û civakê dike'
 
Munnever Yildiz jî wiha bal kişand ser têkoşînê: "Brış ji bo her kesî tê wateya hêviyê. Belê, îro ji bo me rojek hêviyê ye. Ew baweriya xwe bi xwe û têkoşîna xwe tînin. Rewşek heye ku xuya dike em ji aliyê din ve tu gavên aştiyê nabînin, erê, ev rast e, lê em van gavan ji ber baweriya bi wan naavêjin; em van gavan ji ber baweriya bi hêza xwe diavêjin. Ev bi tevahî ya me ye. Bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tiştek çênabe. Ev rastî ye. Abdullah Ocalan nûnertiya aştî, azadî û civakê dike."
 
'Bila tundiya li hember jinan bi dawî bibe'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Zeytînbûrnû ya Stenbolê Fîlîz Oz, jî bal kişand ser qetilkirina jinan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Her roj jin tên kuştin û hejmar her ku diçe zêde dibe. Di 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê de, em daxwaza guhertina qanûnên ku bi taybetî jinan hedef digirin dikin. Em dibînin ku tundûtûjiya li dijî jinan bi her awayî zêde dibe. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku sazî û dezgehên dewletê tavilê qanûnên parastina jinan ji nû ve binirxînin û Peymana Stenbolê dîsa bixin meriyetê. Belê, pêvajoyek dest pê kiriye. Ew bi daxwaza Birêz Bahçelî dest pê kir ku Birêz Ocalan were parlementoyê da ku em bikaribin vê pirsgirêkê nîqaş bikin û çareser bikin. Gel Birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dike, divê îro di girtîgehê de nebe. Ger em îro aştiyê dixwazin, ger em jiyaneke demokratîk dixwazin, divê tu hevalên me di girtîgehê de nebin. Hêviya me ew e ku Birêz Ocalan azad bibe. Bila tu dayik li tu derê negirîn."