
Roja Çapemeniya Azad dê bi konserê were pîrozkirin
- 12:32 2 Îlon 2025
- Rojane
AMED - MKG û DFG dê 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bi konserekê pîroz bike.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), dê bi boneya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad, bi dirûşma “Çapemeniya azad civaka demokratîk” konserê li dar bixin. Konser, dê li Qonaxa Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê saet di 19.30’ê de dest pê bike.
Hunermend Kasim Taşdogan û koma Kemançeyê derkevin ser dikê. DFG û MKG’ê banga tevlibûnê li hemû kedkarên çapemeniyê kir.