Ramangera Fransî: Pêvajoya aştiyê ji her demê zêdetir pêwîst e

  • 11:33 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Ramangera navdar psîkîanalîst Elisabeth Roudinesco ji DEM Partiyê re têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, nameyek şand û got ew piştgiriya pêvajoya aştiyê dike.
 
Ramangera navdar a Firansî psîkîanalîst Elisabeth Roudinesco têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji DEM Partiyê re nameyek şand.
 
Elisabeth Roudinesco di nameya xwe de bi lêv kir ku ew piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û dibêje; “Ev pêvajoya aştiyê ji bo cîhanê û bi taybetî Ewropayê ji her carê zêdetir pêwîst e. Û bê guman, ez hêvî dikim ku gelek ramangêr, rewşenbîr û siyasetmedarên din jî tevlî me bibin. Di vê têkoşînê de serkeftinê ji we re dixwazim. Ez bi eşkere piştgirî didim vê banga aştiyê û jiyana wekhev a di navbera gelên Kurd û Tirk de, da ku di cîhana me ya aloz de demokrasiyek rast derkeve holê, û bi kêfxweşî di nav îmzekaran de cih digirim. Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê û bi taybetî ji bo Ewropayê niha ji her carê zêdetir pêwîst e.”
 
Elisabeth Roudinesco kî ye?
 
Dîroknas û psîkanalîstê Fransî yê ku di sala 1944an de ji dayik bûye, xebatên wê bi giranî li ser psîkanalîzê disekinin û li seranserê cîhanê jî balê dikişînin. Roudinesco biyografiyên Jacques Lacan û Sigmund Freud nivîsîne.Roudinesco, lîsansa xwe ya bilind di bin şêwirmendiya Tzvetan Todorov de, teza xwe ya doktorayê jî di bin şêwirmendiya Jean Levaillant de temam kiriye. Di navbera salên 1969 û 1981an de, ew endamê École Freudienne de Parisê bû, ku ji hêla psîkanalîst û fîlozofê navdar Jacques Lacan ve hatibû damezrandin. Herwiha, wê di desteya weşanê ya Action Poétique de cih girt. Wê ji bo rojnameyên neteweyî yên Fransî, Libération û Le Monde, gotar nivîsîne.