
‘Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi zimanê xwe bihûnin’
- 09:01 12 Tîrmeh 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
BEDLÎS - Bi pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir re, di qada ziman de jî bendewarî ava bûn. Ji rêveberên MEDYA-DER’ê Berîvan Canbeg balkişand ser girîngiya ziman û got: “Em dikevin pêvajoyekê. Ev pêvajo divê bi xebatên ziman dest pê bikin.”
Bi banga 27’ê Sibatê ya ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû hat destpêkirin. Gelê Kurd di pêvajoya aştiyê de der barê ziman de daxwazên de xwe li her qadê tînin ziman.
Ji rêveberên Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) Berîvan Canbeg, der barê girîngiya ziman û aştiyê de nirxandin kir.
‘Ziman nasname ye’
Berîvan Canbeg da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê bandorek mezin kirine û got: “Ev me xemgîn dike. Em zimanê xwe naxivin û Tirkî diaxivin. Ev asîmîlasyon ji zarokan dest pê dike. Asîmîlasyon ji sedî 80’ê bû. Gotina ji sedî sed mirovan diêşîne. Nifşekî wisa tê ku nikarin ziman biaxivin. Yên ziman ji bîr bikin nasnameyê ji bîr dikin. Ziman her tişt e. Li ser nifşê nû bandorek mezin dike. Divê em li dijî asîmîlasyonê bin û zimanê xwe bidin jiyîn.”
Berîvan Canbeg der barê xebatên ziman de jî axivî û wiha dirêjî dayê: “Em di mîhrîcanan de standan vedikin. Xebatek biçûk a ji bo ziman ji bo me watedar e. Em diwazin xwedî li ziman derkevin. Divê em girîngiyê bidin ziman û vê zîhniyetê ava bikin. Divê dê û bav bi zarokên xwe re hişmendiyekê ava bikin."
'Têkoşîna ziman têkoşîna nasnameyê ye'
Berîvan Canbeg wiha dawî lê anî: “Em dixwazin Kurdî bibe xwedî statu. Di vê demê de qada herî girîng qada ziman e. Birêz Ocalan di hevdîtinên xwe de qadên der barê ziman de rexne dike. Çima xebatên ziman evqas kêm in? Birêz Ocalan li ser xebatên ziman disekine. Ji ber beşek mezin a xebatê me li ser ziman e. Ev jî girîngiya ziman derdixe holê. Em dixwazin ku bi banga aştiyê re zimanê me azad bibe, em bi azad zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi zimanê xwe bihûnin.”