
Eva Schonveld: Banga Ocalan di dîrokê de cara yekem dikare bê dîtin
- 09:08 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melek Avci
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Eva Schonveld banga duyemîn a Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê wekî "pêşengiyeke di dîrokê de cara yekem dikare bê dîtin " bi nav kir û tekez kir ku aştî û demokrasî tenê bi wêrekiya exlaqî ya bilind dikarin werin avakirin.
Di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, geşedanên dîrokî berdewam dikin. Piştî banga xwe ya destpêkê ya di 27'ê Sibatê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê cara duyemîn ji raya giştî re axivî. Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmut Yamalak jî di vê bangê de tevlî bûn.
Peyama vîdyoyî ya ku di 9'ê Tîrmehê de hate weşandin, serdemeke nû di vê pêvajoyê de da destpêkirin. Di peyama xwe de, Abdullah Ocalan bidawîbûna têkoşîna çekdarî ya PKK'ê ragihand û banga "veguherînek demokratîk" li Tirkiyeyê kir. Merasîma sembolîk a bêçekkirina PKK'ê ku dê îro li Silêmaniyê were lidarxistin, dê nîşaneyek sereke be ka Tirkiye dê çawa bersiva vê pêvajoya nû bide.
Eva Schonveld, parêzera Delegasyona Navneteweyî ya Tecrîdê ku gelek caran ji bo mijara tecrîdê serdana Tirkiyeyê kiriye û îmzeya xwe daye nameyên ku ji gelek saziyên navneteweyî re hatine şandin, li ser banga vîdyoyî ya Abdullah Ocalan şîrove kir.
Eva Schonveld ku got ew difikire ku ev bang ji bo kesên ku bêriya civatek demokratîk dikin e, got: "Ji perspektîfa min a şexsî, ez pir kêfxweş im ku Birêz Ocalan careke din dikare ezmûna xwe ya şexsî û şehrezayiya xwe ya mezin bikar bîne da ku piştgiriyê bide Tevgera Azadiya Kurd û kesên li çar aliyê cîhanê yên ku bêriya civakên demokratîk û watedar dikin."
'Em ê çawa ji şer rizgar bibin?'
Eva Schonveld, tekez li ser bêhempabûna vê helwest û biryardariyê kir û wiha bi lêv kir: "Bangên wî yên ji bo aştiyê, amadebûna wî ya ji bo danîna mantiqa 'Ez ê çi bidim, ez ê çi bêjim,' û pêşengiya danîna çekan dike, wî wekî rêberek bi rastî bêhempa, carekê di nifşekê de (dîrokî) derdixe pêş."
Eva Schonveld wiha domand: "Ez jî mîna gelek kesan du dilî me. Ji aliyekî ve ez ji bo ewlehî û pêşeroja kesên ku bi bandor xwe bêparastin kirine ditirsim. Ji aliyê din ve ez bawer dikim ku aştî, azadî û demokrasî tenê bi nîşandana wêrekiya exlaqî ya bilind ji bo avêtina gavek wisa dikare were bidestxistin."
Her çend ev gav destpêkek baş be jî, ew ê tenê berhem bide ger têra xwe rêber û kesên siyasî yên din vê wêrekiya exlaqî bibînin û fêm bikin û biryar bidin ku li pey hestên xwe biçin û heman tiştî bikin. Bi rewşa cîhana îroyîn, çi bijarteyên din li ber destê me hene?
Ma em ê bi şer û pevçûnê ji vê xwînrijandina ku li seranserê cîhanê diqewime xilas bibin? An jî em ê ji bo awayekî cûda yê mirovbûnê helwestek bigirin, bi hêviya ku ev yek dê yên din jî îlham bike ku tevbigerin? Divê em biryar bidin."