
Ji siyasetmedaran têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd nirxandin
- 09:05 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Siyasetmedaran der barê banga nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û gotin divê dewlet gavê bavêjin û gotin avakirina civaka demokratîk bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e.
Di çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ ya bi armanca demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin de geşedanek dîrokî hat jiyîn. Piştî banga 27’ê Sibatê şûnde Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan cara duyemîn bang li rayagiştî kir. Vê carê bi dîmen bang li civakê kir û banga mezikirina siyaseta demokratîk kir. Der barê bangê de endama PM ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr û Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan nirxandin kir.
‘Dengê Birêz Ocalan bi gelan re coş afirand’
Dîlber Demîr da zanîn ku hem dîmen hem dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan kiriye bi civakê re coş û kelecan afirandiye û wiha got: “Vê vîdeoyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê cîhanê deng da. Birêz Ocalan bi deng û dîmenê xwe bang li gelan kir. Birêz Ocalan tevî tecrîda giran her tim perspektîf afirand û got jiyanek nû pêkan e. Vê di civakê de beramberê xwe dît. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê di şexsê gelên cîhanê de pradîgmayê bersiva xwe girt.”
‘Partiyên siyasî ji bo veguhertinê divê pêşengiyê bikin’
Dîlber Demîr daxuyakirin ku PKK ji bo hebûna Kurdan bê nasîn têdikoşe û di vê astê de hebûna Kurd tê nasîn û ji ber vê jî divê siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Dîlber Demîr ev titş got: “Di dema ku behsa navê Kurdan nedihat kirin PKK derket holê. Encama têkoşîna 50 salî de hebûna gelê Kurd, Birêz Ocalan û tevgera azadiyê tê nasîn. Divê êdî pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Di vê pêvajoyê de rolek girîng dikeve ser milê partiyên siyasî. Bi pêşengiya DBP û DEM Partiyê hevdîtinên civaka demokratîk pêk tên. Divê partiyên din ên siyasî jî ji bo veguhertinê pêşengiyê bikin. Em piştî daxuyaniyê dinêrin, gotinên çapemeniya Tirk neguheriye. Hîna zimanekî terorîze dike tê bikaranîn.”
‘Ev pêvajo tenê bi aliyekî nayê meşandin’
Dîlber Demîr wiha dirêjî dayê: “Divê dewlet gavê biavêje. Civak dibêje ‘em bi Birêz Ocalan bawer dikin bi hikûmetê bawer nakin.’ Divê êdî dewlet gavê bavêje. Pêvajo yek alî nayê meşandin. Divê hemû alî ji bo aştiyê piştgiriyê bidin.”
‘Wê bi têkoşîna demokrasiyê biserkevin’
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî der barê bangê de ev nirxandin kir: “Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên Tirkiyeyê jî çareser nabin. Pêvajoya dawî de bi geşedanên li Rojhilata Navîn re Tirkiye û herêm jî hat astek nû. Biryara berdana çekan ji bo xurtkirina demokrasiyê derfet e. Lê gotina desthilatdariyê ya ‘Tirkiyeya bê teror’ piştgiriyê nade çareseriya demokratîk û berevajî vê çavkaniya esas vedişêre. Wê bi têkoşîna demokrasiyê çareserî pêkan be û serkeftin pêk bê.”