Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da

  • 17:58 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL - Prof. Dr. Fulya Atacan a ku ji ber îmzekirina belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” hatibû îxrackirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Prof. Dr. Fulya Atacan a ku bi lêkolînên xwe yên li ser Rojhilata Navîn tê naskirin û ji ber îmzekirina belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” di 2017’an de ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê (YTU) hatibû îxrackirin, jiyana xwe ji dest da. Mirina Fulya Atacanê ji hêla hevalê wê Îsmet Akça ku tevî wê hatibû îxrackirin ve hate ragihandin. Akça, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de got: “Mamosteya min, ronî û canê min. Prof. Dr. Fulya Atacan a ku me bi hevre daxwaza aştiyê kiribû, me winda kir. Tu dê her tim bi kenê xwe yê yekta ve di hiş û dile min de bijî.”
 
Daxuyaniya akademîsyenên aştiyê
 
Akademîsyenêin Aştiyê jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal a fermî ev peyam parve kir: "Me mamosteya xwe ya hêja, hevrêya me, îmzekara aştiyê Prof. Dr. Fulya Atacan a ku bi hejmara 686’an a KHK’ê ve ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê hatibû îxrackirin, winda kir. Em pir xemgîn in. Bibiryarbûna mamosteya me ya di rêya zanyariyê û sekna wê ya li dijî neheqiyê dê her tim îlhamê bide me.”