‘Qêrîn û daxwaza edaleta me hemû cîhanê bihist lê Tirkiyeyê nebihist’

  • 09:05 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL- Ji xizma girtiyan Fînce Akman da zanîn ku qêrîn û daxwaza wan a edaletê hemû cîhanê bihistiye lê Tirkiyeyê nebihistiye û got: “Tevî hemû zext û êrîşan em ji bo girtiyan têdikoşin. Heta dawiya jiyana xwe em ê ji bo aştiyê têbikoşin.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan gihiştiye asta îşkenceyê û girtiyên nexweş ne tên tahliyekirin û ne jî dermankirin. Binpêkirinên mafan û tecrîd herdiçe giran dibe.
 
Rapora binpêkirinê
 
Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê ya OHD’ê di rojên borî de rapora binpêkirina mafan a 6 mehan aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 47 girtiyên nexweş hene û 93 heb bi awayekî kêfî tahliyekirina wan tê astengkirin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2025’an de 161 jê jin, hezar û 251 jê mêr bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Di raporê de hat destnîşan kirin ku 335 girtiyên nexweşên giran hene.
 
Çalakiyên nobetê
 
Xizmên girtiyan bi çalakiyên cuda binpêkirina mafan parve dikin û ji bo têkoşîna jiyanê ya girtiyan bidin nîşandan berxwedanê mezin dikin. Xizmên girtiyan di 2022'an de li dijî binpêkirinan Nobeta Edalaetê dan destpêkirin. Xizmên girtiyan zext, tundî û îşkence dîtin. Tevî êrîşan çalakiya xwe 39 hefteyan berdewam kirin. Di 2023’an de jî girtiyan çarçoveya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî girtiyan xizmên girtiyan jî ligelek bajaran Nobeta Edaletê dan destpêkirin.Çalakiyê bi mehan berdewam kir.
 
Daxwaza edaletê
 
Xizmên girtiyan li her kolanê li dijî dijhiqûqiyê edalet qêriyan û peyama heta edalet pêk neyê dê têkoşîn bidome dan.
 
Yek ji dayikên Nobeta Edaletê ku lawê wê girtî ye Fînce Akman der barê têkoşîna dimeşînin û pêvajoyê de axivî.
 
‘Hemû cîhanê dengê me bihist lê Tirkiyeyê nebihîst’
 
Fînce Akman da zanîn ku têkoşîna girtiyan pir watedare û got girtiyan ji ber pergala desthilatdariyê qebûl nekirine hatine girtin. Fînce Akman wiha vegot: “Binpêkirinên mafan roj bi roj mezin dibin. Zarokên me li girtîgehan îşkenceyên giran dibînin. Di heman demê de pirsgirên cidî yên tenduristiyê dijîn. Li dijî dijhiqûqiyan me çalakiya nobeta edaletê da destpêkirin. Ewil me li ÎHD’ê da destpêkirin. Piştre me li ber ATK’ê berdewam kir. Em bi gelek binpêkirinan re hatin rû hev. Me piştre nobet bir ber girtîgehan. Me demek dirêj nobet domand. Em edaletê dixwazin.  Ji salekê zêdetir nobeta me berdewam kir. Polîsan her roj tundî kir. Tevî her tiştî em edaletê dixwazin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Qêrîna me gihişt her derê lê em dayik nas nekirin. Hemû cîhanê dengê me bihist lê Tirkiyeyê nebihist.”
 
‘Me her tim edalet û aştî xwest’
 
Fînce Akman destnîşan kir ku tevî hemû zext û êrîşan têkoşîna xwe dimeşînin û got li hember têkoşîna jinan êrîş mijara gotinê ne. Fînce Akman wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan banga dîrokî kir lê êrîş didomin. Me her tim aştî xwest. Dewletê hîna gav navêtiye. Di girtîgehan de hîna girtiyên nexweş hene. Ev çi edalete. Bila dayikên wan jî negirîn.  Em ne li alî şer in. Daxwaza me aştî ye. Em dayik aştiyeke bi rumet dixwazin.”