
Wê doza tecawizê ya li Îdirê ji nû de bê dîtin
- 14:16 26 Hezîran 2025
- Rojane
ÎDIR - Dadgeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê ya li Îdirê de cezaya li 6 bersûcan hatibû birîn betal kir û xwest cezayê wan were zêdekirin.
Daîreya 7’mîn a Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê, biryarên di doza ferzkirina fihûşê û tecawiza li dijî zaroka bi navê B.A. ya li Îdirê, betal kir. Daîreyê, cezeya 6 bersûcan ji “îstîsmara zayendî ya zarokan” û “hewldana îstîsmara zayendî ya zarokan” xera kir û daxwaz kir ku ji sûcê “binpêkirina destnedayîniya xanî” jî serlêdana sûc were kirin.
Daîreyê, destnîşan kir ku divê doz bi dozên din re bibe yek û ji nû ve biryar were dayîn. Her wiha hat xwestin ku divê temenê zarokê ji nû ve bê diyarkirin û lêkolandin. Daîreyê, biryar da ku rewşa girtî ya hemû bersûcan bidome.
Dê doza bersûcan di 11’ê Îlonê de li 2'yemîn Dadgeha Ceza ya Îdirê bê lidarxistin.
Çi qewimî bû ?
Li Îdirê zaroka bi navê B.A. di 26’ê Îlona 2023’yan de çûbû emniyete û gotibû ku tecawiz li wê hatiye kirin û bi darê zorê fihûş bi wê dane kirin. Piştî vê yekê, lêpirsîn hate destpêkirin û di lêpirsînê de hat hîn bûn ku kesên bi navên Ferhat Angay, Onûr Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Mûrat Altûn û Alîcan Begeç tecawiz li B.A.'yê kirine û bi darê zorê fihûş pê dane kirin.
Doz, bi sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “hewldana îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Îdirê dest pê kir. Dadgehê, di danişîna 25’ê Adarê de der barê Cebraîl Yildiz, Onûr Begeç û Mûrat Altûn de ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya zarokan” 16 sal û 8 meh ceza da û ji bo Ferhat Angey û Alî Begeç 13 sal û 4 meh; ji sûcê “hewldana îstîsmara zayendî ya zarokan” jî 10 sal cezayê hefsê da Vedat Gîden.