
Abdullah Ocalan ji zanîngeha Kobanê re silav şand
- 23:13 11 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi boneya Cejna Qurbanê de diyar kir ku Abdullah Ocalan silav ji Zanîngeha Kobanê re şandiye û got, "Rêber ji hebûna Zanîngeha Kobanî kêfxweş û serbilind bû û ji bo zanîngeh û xwendekaran a di hewildanên wan de serkeftin xwest."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey ji bo Cejna Qurbanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Hevdîtina di 7'ê Hezîranê de pêk hat. Di hevdîtinê de biraziyên Abdullah Ocalan, Parlamenterê Partiya Wekheviya û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan û Alî Ocalan hevdîtin pêk anîn. Abdullah Ocalan piştî 26 salan bi biraziyên xwe yên zarok jî re hevdîtin kir.
Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da zanîn ew jî hebûna Zanîngeha Kobanê bi kelecan dibe û pê serbilind e.