
Wê 629 rojnameger Newroza Amedê bişopînin
- 20:38 19 Adar 2025
- Rojane
AMED - 69 rojnamegerî ji bo şopandina Newroza Amedê serî li akredîtasyonê da. Vê hejmarê, hejmara Newroza 2013’an bezand.
Amedekariyên Newroza Amedê ya 21’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk’ wê pêk bê, li ber temambûnê ye. Newroz wê li Parka Newrozê ya Rezan a Amedê pêk bê. Her wiha wê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyê bide.
629 rojnamegerî serlêdan kir
Ji bo şopandina Newroza Amedê hejmarek rekor a rojnamegeran serlêdan kir.629 rojnamegerên herêmî û biyanî ji bo şopandina Newrozê serlêdan kirin. Vê hejmarê, hejmara Newroza 2013’an bezand. Di 2013’an de bi giştî 400 rojnameger akredîte bibû. Dîsa di 2014’an de 400, di 2015’an de jî 600 rojnamegerî Newroz şopandibûn.