Ji bo Newroza Sêrt û Êlihê bang

  • 19:27 19 Adar 2025
  • Rojane
SÊRT/ÊLIH – Ji bo Newroza Sêrt û Êlihê ku sibê wê pêk bê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê hat kirin.
 
Li Sêrtê sibê li taxa Bariş li Qada Newrozê saet di 12.00’an de pîrozbahiya Newrozê pêk tê. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel, rêveberê Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrtîk (DDKD) Abdulhey Okumuş wê tevli bibin. Hunermend Jahrmar, Şerzat û hunermendên NÇM’ê û herêmî wê derkevin ser dîkê.
Hevşaredarên Sêrtê Sofya Algaş, Mehmet Kaysî ku qeyûm tayînê şûna wan hat kirin , rêxistinên DEM Partî û DBP’ê li taxa Gures belavok belavkirin û her kes vexwendiyên Newrozê kirin. 
 
Êlih     
 
Li Êlihê ji aliyê Komîteya Tertîp a Newrozê ve ji bo pîrozbahiya Newroza wê li taxa Pazaryerî pêk bê  banga tevlibûnê hat kirin.
Parlamentera DEM partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, hevşaredarên Êlihê ku qeyûm tayînê şûna wan hat kirin Gulîstan Sonuk û Salîh Yeşîl IŞik, TJa, meclîsa yikên aştiyê li kolana Gulîstan û Diyarbakir belavok belavkirin. 
 
Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, cigirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel, Cigira Hevsrokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor, aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci wê wek axaftinker tevli Newrozê bibin. Hunermend Mehmet Atli û Aryen Kom wê derkevin ser dîkê.