‘Çewlîg xwedi vîna xwe derket’

  • 14:47 19 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gel li Çewlîgê Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û got: “Banga Birêz Ocalan gelek girîng e. Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fizîki ya Birêz Ocalan.”
 
Gelê Çewligê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi pêşengtiya DEM Partî, DBPê û TJAyê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahî li Kolana Nexweşxaneyê pêk hat. Bi hezaran kes kom bûn û li dora agir Newroz pîroz kir. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Farûk Hulaku, rêveberên DEM Partî, DBPê, aktîvîstên TJAyê û bi hezaran welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatî tevî şiliyê jî kom bûn û Newroz bi coşa û kelekcaneke mezin pîroz kirin. Girseyê qada Newrozê bi alên DBP, DEM Partî û kesk, sor û zer xemilandin. Welatî bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Beriya bername dest pê bike welatiyan li ber def û zirneyê govend gerandin.
 
Di pîrozbahiyê de ji bo cangoriyên Kurdistanê rêz hat girtin û bernameyê dest pê kir. Ewilî Hevserokên DBPê yên Çewligê Emîne Yalçin û Şevket Kalindamar derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre Parlamenter Omer Farûk Hulaku axivî û diyar kir ku ev Newroz ji bo wan pir dîrokî ye û di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Omer Faruk Hulaku anî ziman ku ev Newroza azadiyê ye û gt: “Banga Birêz Abdullah Ocalan ya dîrokî, çavê hemû gelên cîhanê da ser Kurdistanê. Ev bang jiyanek bi hev re û rûmetî ye. Li Tirkiyeyê bi salan e polîtîkayên înkarê di dewrê de ne. Lê berxwedana me Kurdan bi tevahiya cihanê da nasîn. Me bi hev re li ber xwe da. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar agirê Newrozê pêxist û gel dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Girseyê li dora agir govend gerand û dirûşm berz kirin.
 
Pişî agirê Newrozê geşkirin, Stranbêj Ozlem Baglayan derket ser dikê û stran gotin. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Ez binavê DBPê va silav dikim. Di rojên dîrokî bangek dîrokî de derbas dibin. Desthilatdar polîtîkayên tune kirine kar tînê. Lê em pir rengin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokî ye. Banga civakek demokratîk e. Dijî politîkayên asîmîlasyona û qeyûme me berxwe da. Û me got qeyûm ne tenê li Kurdan re were. Îro me dît ku li Stenbolê sedan kes hat binçavkirin. Demokrasî hewceye tevahiyê Tirkiyeyê. Em dijî qeyûm ji tecrîdê ji berxwedan. Îro pêvajo tê axavtin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurd çawa ku sedan salan e berxwe dide îro ji dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat cem hev. Polîtîkayên taybet meşa gelê Kurd nesekinand. Em di ve erdnigariyê de agire azadiyê ne. Aliyek pêvajo tê axaftin lê Rêberê Gelê Kurd hej jî zindane ye. Pêvajo welê nameşe. Pêwîst e mafê hêviyê bê bikaranîn. Piştî bangê pêwist e dewlet wextê gavek din nemîne û gav biavêjê. Gelê Kurd evqas şer ji hej dibejê aştî. Ev Newroz bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd. Çawa ku Çewlîg xwedi vîna xwe derket niha jî xwedî Rêberê xwe xwedî derdikeve. Rêya me vekirî be.”