
Di Newroza Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat vekirin
- 14:37 19 Adar 2025
- Rojane
WAN - Li Wanê di pîrozbahiya bi heybet a Newrozê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hate vekirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Wanê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat lidarxistin, dewam dike. Di dewama axaftinan de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Posterê Ocalan demeke dirêj li qadê hat daliqandin. Di vê navberê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" ji qadê bilind bûn.