
Gel li qadên Newrozê bang kir: Gavê biavêjin
- 14:21 19 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiya Newrozê ya bi beşdariya bi hezaran re li Nisêbîn û Stewrê pêk hat de, hat gotin ku divê bi bersiva banga rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav bê avêtin.
Li navçeyên Nisêbîn û Stewrê yên Mêrdînê gel bi coşeke mezin herikî qadên Newrozê û xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derketin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Newroza “Ji bo Civaka Demokratîk Azadî” danê sibehê bi herikîna ber bi qadê ve destpê kir. Girseya bi coş a ku li Qada Newrozê kom bû, bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi rengên xwe yên kurdî qada Newrozê tijî kirin. Kesên ku ketin qada Newrozê gelek caran dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin, girseya gel beriya bernameyê govend gerand.
Di pîrozbahiya Newrozê de bi hezaran kes hatin cem hev, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedarên Kurd û dayika Rahşan Demîrel a di sala 1992'an li Kadifekaleya Îzmîrê xwe şewitand, Emîne Demîrel tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Dayika Aştiyê Perîhan Altug bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Gelo em amade ne banga Rêbertî hembêz bikin?" Dema ku qadê bi dengekî bi tenê bersiva "Erê" da Perîhan Altug got, "Em ê azadiyê bi ser bixînin."
Piştre dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel axivî û got, "Çarenûsa me bi hev ve girêdayî ye. Em destê Serok Apo bigirin û weke stûnek ji pola rakin. Werin em yekîtiya xwe ava bikin." Endama TJA'yê Hulya Alokmen diyar kir ku ew ê li gorî banga Ocalan bixebitin û bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin banga Ocalan.
Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku 100 sal in Kurd li qadan li ber xwe didin û Ocalan banga sedsalê kiriye û wiha got: "Birêz Ocalan ji nû ve rola xwe lîstiye. Em ji bo aştî û azadiyê li dora wî bicivin û govenda azadiyê bigerînin."
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEMê Mehmet Ruştu Tiryakî wiha got: "Dîroka Kurdan dîroka Newrozê ye. Dîroka Newrozê di heman demê de dîroka Kurdan e. Newroz ji bo Kurdan berxwedan e. 30 sal in li ber xwe dide û ji bo Newrozê li ber xwe dide. Tîrêja azadiyê li asoyan xuya bû. Di 27'ê Sibatê de deriyekî hat vekirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyekî nû vebûye. Ji bo maf bi dest bixin pêwîst e li ber xwe bidin. Bêyî berxwedanê nabe. Polîtîkaya serdestan hê neguheriye. Deriyekî vekiriye, lê siyaseta wan neguheriye. Îro jî Şaredarê Stenbolê hat binçavkirin. Polîtîkayên qeyûm dewam dikin. Çawa ku li Mêrdîn, Êlih, Wanê dewam dike. operasyon û girtinên wan dewam dikin.”
Ruştu Tiryakî bibîr xist ku operasyon, tecrîd û êrîş dewam dikin û destnîşan kir ku daxwaza Kurdan ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo vê yekê gaveke dîrokî avêt. Dewletê jî tiştên ku divê bike hene. Divê samîmî be. Ji bo vê jî divê AKP di zûtirîn demê de hin gavan bavêje. Kurd amade ne, divê AKP û MHP jî gavan bavêjin, tecrîd were rakirin, operasyonên siyasî û girtin werin sekinandin."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran kesên ku li dora agirê Newrozê li hev kom bûn û dirûşmên; ‘Bîjî Serok Apo’ berz kirin û bi pêxistina agirê Newrozê re govenda Newrozê hat avakirin.
Piştî pêxistina agirê Newrozê, pîrozbahî bi stranên Kasim Taşdogan berdewam kir.
Stewrê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ Newroz pîroz kir
Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Stewrê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku divê gavên ku li gorî bangawaziyê di zûtirîn demê de bên avêtin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd de Cejna Newrozê li hemû gelê Kurd hat pîrozkirin.
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oncû, Rêxistinên Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Mêrdînê Kamuran Tanhan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de jin û ciwan bi piranî bi cil û bergên neteweyî yên zer, sor û kesk amade bûn.
Girseya gel li ber stranan govend gerand û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Rêxistinên DEM Partî yên bajar û navçeyan û dayikên aştiyê derketin ser dikê û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Cejna Newrozê li gelan pîroz kirin.
Hezar silav li Rahşanan re
Aktivîsta TJA'yê Hatîce Oncu ku destpêkê axivî, diyar kir ku agirê Newrozê gihîştiye çar parçeyên Kurdistanê û got, "Ez Rahşan, Zekiye, Berîvan, Ronahî yên ku bedena xwe dan ber agir bi bîr tînim û Newrozê bi rêzdarî li hemû jinan pîroz dikim."
Piştre Kamuran Tarhan jî got heta Abdullah Ocalan azad nebe ev pêvajo nameşe.
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.
Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.