'Têkoşîna gelê kurd a li dijî sîstemên qirker dewam dike'

  • 15:07 17 Adar 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli çalakiyên ji bo bîranîna komkujiya Helebçeyê bûn dan zanîn têkoşîna gelê kurd a li dijî sîstemên qirker dewam dike û gotin:" Mesîh, Ermen, Elewî û Kurdan qetil dikin lê vîn û îradeya gelan li hember qirêjiya wan mezin dibe. "
 
Bi munasebeta salvegera komkujiya Helebceyê li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê yên Helebê jî çalakî hatin lidarxistin. Jinên tevli çalakiyê bûn nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Pêkanîna komkujiyan dewam dike'
 
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya her du taxan Arîn Henan wiha got:"Di sala 1988'an de biryara qirkirina gelê Kurd di riya pêkanîna komkujiya derheqê gelê Helebçe de hat standin. Her wiha gelek komkujiyên din derheqê gelê Kurd de pêk anîn weke komkujiya Şengalê û ya Efrînê û herî dawî jî bi pêkanîna şerê mezhebî îro komkujî derheqê gelê Sahil de tê pêkanîn."
 
'Gel li ser piyan e'
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Arîn Henan wiha got:"Sîstem û dewletên ku bi zihniyeta qirker tev digerin îro bi pêkanîna şerê mezhebî li ser axa Sûrî gelan qir dikin. Mesîh, Ermen, Elewî û Kurdan qetil dikin lê vîn û îradeya gelan li hember qirêjiya wan mezin dibe. Bi daxwaza azadbûnê têkoşîn tê mezinkirin. Her gel û netew divê bi çand û zimanê xwe bi nîjada xwe bijîn û neyên qetilkirin."
 
'Gelê Kurd bedelên giran didin'
 
Her wiha Narîn Mistefa jî axaftina xwe têkildarî roja pêkanîna komkujiyê kir û wiha pê de çû:"Komkujiya ku beriya 37 salan bi serê gelê Kurd de pêk hat bi mebesta qirkirina gelê Kurd bû. Li pey wê jî gelek qetilam pêk anîn. Weke komkujiya ku li Şengal û Efrîn, Kobanê pêk hat. Armanca sîstemê ya van komkujiyan qirkirina gelê Kurd û danîna bendê ya li hember daxwaza wan a ji azadiyê re bû."
 
Di dawiya axaftina xwe Narîn Mistefa got:"Îro gelê Kurd ji bo pêkanîna azadiya xwe têdikoşe û bedelên giran didin her wiha berxwedana wan li dijî sîstemên qirker dewam dike."