Agirê Newrozê wê piştî salên dirêj li Misircê pê bikeve: Em qadan tije bikin

  • 10:19 16 Adar 2025
  • Rojane
 
SÊRT- Têkildarî Newroza ku wê bi salan şûnde bê pîrozkirin, gelê Misircê ev bang kir: "Bi pêşengiya jinan em bi coş û heyecaneke mezin qadan tije bikin."
 
Newroz îsal bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Di Newroza ku di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê pîrozkirin daxwaza sereke ya ku derdikeve pêş, azadiya Abdullah Ocalan e. Beriya Newroza ku wê di 17'ê Adarê de bê pîrozkirin cihê din ku bi awayekî sembolîk agirê wê hat pêxistin, navçeya Misircê ya Sêrtê bû. Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûn bang li raya giştî kirin ku bi coşeke mezin beşdarî Newroza ku wê bi salan şûnde bê pîrozkirin, kirin û xwestin Newroza îsal bibe sedema aştî, xwişk û biratiyê.
 
'Bila ev Newroz bibe sedema aştiyê'
 
Mehpare Yeşîlbaş diyar kir ku wan Newroza îsal bi coşeke mezin pêşwazî kirin û got, “Sedema ku heta niha me nekarî Newrozê pîroz bikin, zextên li ser gelê Kurd bû. Lê ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe sedema aştî, wekhevî, xwişk û biratiyê. Newroz wê saet di 12.00'an de li Qada Îstasyonê be. Parlamenterên me Omer Ocalan û Sabahat Erdogan Saritaş wê beşdarî bernameya me ya Newrozê bibin. Hunermendê pêşerojê Omer Ari ye. Em hemû gelê Misircê û Sêrtê bi taybetî jinan bi cil û bergên xwe yên netewî ve bi coşeke mezin vexwînin Newroza îsal."
 
'Bila serokê me azad û di nav gelê xwe de be'
 
Hevseroka Navçeyê ya DEM Partiyê Salîha Sak bi bîr xist ku ji sala 2014’an û vir ve Newroz li Misircê nayê pîrozkirin û got, “Ez hêvî dikim Newroza îsal bibe sedema aştî û azadiyê. Em hêvî dikin ku hemû jin bi kincên xwe yên rengîn qadan tije bikin. Em dixwazin di Newroza îsal de Serokê me azad û di nava gelê xwe de be. Ez hemû gelê Misircê bi taybet jinan vedixwînim pîrozbahiya Newrozê."
 
'Em Newroza bi coş pîroz dikin'
 
Hevşaredara Misircê Sadiye Aktin jî got, “Em dixwazin cejna Newrozê ya ku bi salan e li Misircê nayê pîrozkirin, bi coşeke mezin li gelê xwe pîroz bikin. Bila Newroza aştî, xwişk û biratî û azadiyê be. Em hemû gelê xwe vedixwînin Qada Îstasyonê."
 
'Em jinan vedixwînin qadan'
 
Gulbahar Îvdil got, “Ev demeke dirêj e cejna Newrozê li vir nayê pîrozkirin. Em roja duşemê hemû gelê xwe û jinan vedixwînin qadan. Em bi hêvîya Newrozeke ku aştî û azadiyê ji gelê Kurd re bîne."