
Hevdîtina dawî ya bi Sakîne Arat re: Min aramî nedît, hûn ê bibînin
- 09:44 16 Adar 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Kesên ku Dayika Aştiyê Sakîne Arat nas dikirin gotin, "Beriya ku Dayika Sakîne jiyana xwe ji dest bide, got, 'Min nedîtiye, hûn ê bibînin. Şikir ji xwedê re min hin hûrikên wê dîtin. Lê paşeroj dê gelek çêtir be'. Dema jiyana xwe ji dest da, bi çavên vekirî jiyana xwe ji dest da."
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku yek ji navên herî girîng ên têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê ye, jiyana xwe da lêgerîna aştî û edaletê. Sakîne Arat a ku 1 kurê xwe di rojiya mirinê de û 2 kurên xwe di nava refên PKK'ê de winda kir, ti carî ala têkoşîna zarokên xwe neavêt. Sakîne Arat a ku bi salan li benda xeyalê aştiyê bû, piştgirî da çalakiyên Dayikên Şemiyê yên li Stenbolê û li Amedê beşdarî gelek daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiya rûniştinê bû. Bi salan bi binçavkirin, zext û gefan re rû bi rû ma, lê tu carî paşve gav neavêt.
Sakîne Arat a ku jiyana xwe ji bo azadî û aştiya gelan û Kurdistanê feda kir, bi daxuyaniya KCK'ê weke şehîda yekemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate ragihandin.
Me ji hevalên Sakîne Arat ên têkoşer û şahidên jiyana wê bihîst.
'Rihê wê yê leheng û berxwedêr bû'
Yek ji kesên ku şahidiya jiyana Sakîne Arat kir jî xizma wê Arzu Ozkan e... Arzu Ozkan sersaxî ji her kesî re xwest û got, "Dayika Sakîne dayikeke ku di tevahiya jiyana xwe de di têkoşîna aştiyê de bi awayekî aktîf cih girt. Tevî ku ji bo vê yekê 4 zarokên xwe winda kir jî, her tim helwesteke aştî, xwişk û biratiya gelan, bi têkoşîneke mafdar nîşan da.
Dibêjin, 'Mirov bi vî awayî dimire'
Dayika me Sakîne mîna ku vê soza xwe piştrast bike, di tevahiya jiyana xwe ya sedsalê de ji bo aştiyê têkoşiya û jiyana xwe ji dest da. Dibe ku wê nikarîbû encama pêvajoya aştiyê ya ku ji bo wê şer kir, bibîne, lê bi hêvî me ku em hemû bi hev re wê bibînin. Wê qet helwestek dubendî nîşan neda; Her tim xwişk û biratî û edaleta gelan, hurmeta xwe ya ji mirovahiyê re, tevî hemû êşên ku kişandiye, bi ruhê xwe yê leheng û berxwedêr anî ziman."
'Min soz da ku hêsiran nerijînim'
Dema ku me bi Dayika Aştiyê Nezahat Teke ya ku bi Sakîne Arat re di heman têkoşînê de cih girtibû re hevpeyvîn dikir, dema ku daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman, balefirên şer rabûn û dengê hevdîtinê qut bû û ev yek carek din nakokî derxist holê. Nezahat Teke diyar kir ku wan bi hev re Komeleya Dayikên Aştiyê li Amedê vekirine û wiha got: “Dayika Sakîne yek ji 4 kesên yekemîn e ku li Amedê komele vekirine. Dema ku me zanî ku Dayika Sakîne 7 zarokên xwe winda kiriye, dema me cesaret di helwesta wê de dît, me heyraniyek mezin hîs kir. Me îlham jê digirt. Sakîne Ana jî wek dayika me bû, rêberiya me bû. Mîna ku me diya xwe winda kir. Ez dikarim bêjim ku em sêwî ne. Carinan dema ku me lê dinihêrî em digiriyan û me lêborîna xwe jê dixwestin. Ji me re got, 'Fedî nekin bigirîn, lê ez nagirîm, min soz da Cemal. Ez hêsirekî jî narijînim.' Dema çavên wê tijî hêsir bûn, wê serê xwe hilda û li bendê bû ku hêstirên çavên wê zuwa bibin."
'Li dijî hemû zilmê serî hilda'
Nezahat Teke da zanîn ku Sakîne Arat ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê bûye sembola aştiyê û got, “Bêguman hemû Dayikên aştiyê aştiyê dixwazin, lê daxwaza aştiyê ya Dayika Sakîne bûye sembol. Dayika Sakîne mîraseke pir mezin û bi nirx ji me re hişt. Tevî hemû zehmetiyan jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Wê nedidît, carinan jî du berçavk didan ser hev û bi wan dinihêrî û dixwest tiştan nas bike. Di bihîstina wê de zehmetî hebû, lewma cîhaz bi kar dianî. Bi awayekî têkoşîna xwe domand. Hewl dida ku çi ji destê wê bê, bike. Wê mîrateyek wisa hişt û bû sembolek wisa ku îro tu li ku dinêrî tu Dayika Sakîneyê dibîne. Sakîne Ana kesek pir cuda bû. Ez çi bêjim jî ez nikarim rave bikim. Ew jinek bû ku li dijî hemû zilmê serî hilda."
'Me rojbûna te pîroz kir'
Nezahat Teke diyar kir ku destê aştiyê yê Sakîne Arat gelek caran li hewa maye û diyar kir ku ji ber aştî nedît bi çavên vekirî çûye. Nezahat Teke, anî ziman ku Sakîne Arat xwest rondikên çavên dayikan raweste û wiha got: “Tenê daxwaza wê aştî bû. Dayika Sakîne abîdeya dilovaniyê bû. Carinan dema nexweş diket, me bi wesayitê em dianî komeleyê. Herî dawî me du meh berê anî komeleyê. Dema ku got rojbûna min e, me ji wê re pasta kirî û me surprîz lê çêkir. Me wiha rojbûna wê pîroz kir. Ew pir kêfxweş bû. Wêneyê ku min duh ji hevalên xwe re şand, wêneyê ku me di rojbûna wê de kişandiye. Ez herî dawî di Qendîla Mîracê de lê geriyam û min got ji me re dua bike. Ji min re got, 'Aştî wê were welat, hûn ê hemû bibînin, lê ez nabînim.' Ez jî dibêjim ger aştî çêbibe cihê ewil ez ê biçim wê gora Dayika Sakîne be. Ez ê mizgîniya aştiyê bidim wê. Dema aştî hebe, Dayika Sakîne wê teqez ji cihê razayî hîs bike."