
Kovara Jinê bi berga 'Berxwedan û Azadî' derket
- 09:25 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga "Jin hem ji bo berxwedan û hem jî di aştiyê de ber bi azadiyê ve dimeşin" derket.
Kovara Jinê ya ku bi dîjîtal weşanê dike, di hejmara xwe ya 107'an de bal kişand ser têkoşîna ku jinan ji bo azadiyê daye û têdikoşe. Kovara Jin vê hefteyê bi berga “Meşa Jinan a Azadiyê hem ji bo Berxwedan û hem jî ji bo Aştiyê” derket.
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
Ev bang ji bo jiyana azad a jinê ye / Rûşen Seydaoglu
Azadiya jinan:Ronesansa civaka demokratîk / Gulizar Îpek
Newroz: Azadiya Agir û Berxwedana Jinê / Fatoş Stêrk
Bêhna sêvê ya sedsala 20'emîn / Rojbîn Deniz
Roja jin dibêjin êdî bes e / Oya Açan