
Peyama Newroza Depê: Bêyî Abdullah Ocalan çareserî ne pêkan e
- 12:46 14 Adar 2025
- Rojane
XARPÊT - Li warê Mazlum Dogan li navçeya Depê cejna Newrozê bi coş hat pîrozkiri. Gultan Kişanak di pîrozbahiyê de axivî û got: “Divê em derfetan ava bikin ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”
Li navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Navçeya Depê bajarê yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan e ku di 21’ê Adara sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zext û sepanên dermirovî bedena xwe şewitandibû. Siyasetmedar Gultan Kişanak, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên navçeyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ser stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
Sakîne Arat hat bibîranîn
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamên Komîteya Amadekar a Newrozê cejna Newrozê ya welatiyan pîroz kirin. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur û Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Bekir Polat axivîn. Polat, got: “Di hafizeya Kurdan de Dep xwedî cihekî girîng e. Bi Mazlumên xwe hebûna xwe domandiye. Lewma Dep ruhê vê têkoşînê ye. Piştî têkoşîn û kedeke mezin, em niha di pêvajoyeke dîrokî de ne. Hêvîdarim ev pêvajo bi xwe re aştî û azadiyê bîne. Polat, di berdewamê de Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi bîr anî.
Xwişka Mazlum Dogan, Arîfe Yildirim jî wiha got: “Bila têkoşîna me bibe wesîleya aştiyê.” Arîfe Yildirimê êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê jî şermezar kir.
Piştre jî Koma Vejînê derket ser dikê.
Piştre jî parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar Gultan Kişanak û nûnerên partiyan bi dirûşma “Bijî Newroz” agirê Newrozê vêxistin.
Dûre hunermend Ciwan Adar derket ser dikê. Girseyê li ber stranên hunermend Ciwan Adar bi coş û kêfxweşî govend gerand.
Agirê Newrozê pêxistin
Bi tevlibûna aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak, parlamenter Ayten Kordû û Omer Farûk Hulaku û Hevşaredarên Depê agirê Newrozê hate pêxistin. Demek dirêj siyasetmedar û welatiyan li dora agir govend gerandin.
‘Em ê aştiyê bi hev re bînin’
Piştî pêxistina agir, parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû axivî. Ayten Kordû bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi bangê re agirê Newrozê dê li her derê bêtir bilind bibe. Têkoşîna me ya demokrasiyê dê li her derê belav bibe. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin.”
‘Agirê Newrozê ji feraseta yekperest re bû dojeh’
Piştre parlamenterê Çewligê Omer Farûk Hulaku axivî. Omer Farûk Hulaku destnîşan kir ku sê darên şixatê yên Mazlûm Dogan vêxistî mezin bû, ew heta van rojan hatin û wiha got: “Ev agir ji feraseta yekperest re bû dojeh. Banga ku Rêberê Gelê Kurd kir, banga aştiyeke erênî ye. Banga bi hev re jiyana gelan e. Ev qad xwedî îradeya ku şer bi dawî bike ye. Ev Newroz xwedî derketina banga Rêzdar Abdullah Ocalan e. Ez Newroza rêberê gelan pîroz dikim.”
‘Divê em ewilî ji xwe bawer bin’
Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanak diyar kir ku gelek nêz in ku xeyala xwe pêk bînin û wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Divê em ewilî ji xwe bawer bin. Em ê bibin yek. Em ê destê hevrêyê xwe bigirin û bi hev re bimeşin. Kesên ked didin û li ber xwe didin dîrokê dinivîsin. Em ê bi hev re bigihin aştî û azadiya ku em xeyala wê dikin. Em ê civakeke demokratîk û aştiyane ava bikin.”
‘Birêz Ocalan tevî tecrîdê jî berpirsyarî girt ser xwe’
Gultan Kişanak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan tevî tecrîdê berpirsyarî girt ser xwe. Divê niha em weke gel vê berpirsyartiyê bigirin ser mile xwe. Divê em derfetan ava bikin ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe û tev li pêvajoyê bibe. Divê birêz Erdogan û parlamento berpirsyartiyê bigirin ser xwe. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku em temaşe bikine, divê bi wêrekî berpirsyartiyê bigirin. Mazlûman bi berpirsyartiyeke mezin canên xwe feda kirin. Ji bo kesekî/e din nemire em ê berpirsyartî bigirin ser xwef û gelek bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Em ê bêtir bibin yek û serbikevin.”
Newroz bi stranên Koma Vejîn a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dawî bû. Girseyê li ber stranên komê govend gerand û şahiya Newrozê bi coş pîroz kirin.