Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin

  • 15:46 12 Adar 2025
  • Rojane
 
ÊLIH - Komîteya Amadekar a Êlihê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de li Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" were lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajar daxuyanî da. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk di daxuyaniyê de got ku dê Newroza îsal di demeke ku hêviyên ji bo aştiyeke birûmet mezin bûyîn û manîfestoya civaka demokratîk hatiye ragihandin de bê pîrozkirin. Tekîk, wiha domand: “Em, manîfestoya aştiya birûmet a birêz Abdullah Ocalan bi rêzdarî pêşwazî dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştiya Rojhilata Navîn. Bi sed hezaran kes dê di 20’ê Adarê de li qada Newrozê aştiya birûmet biqîre.” 
 
Mustafa Tekîk, da zanîn ku amadekariyên wan ên ji bo pîrozbahiyên îsal didomin û ev agahî da: “Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li bibin. Em bang li her kesî dikin ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bibin.” 
  
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hava Can jî diyar kir ku ji bo Newrozeke hêjayî manîfestoya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin, dê bi beşdariya sed hezaran kesan li qadê bin. Hava Can, anî ziman ku dê aştiya birûmet û berxwedan bi ser keve. Hava Can, bang li her kesî kir ku bên Taxa Korikê ku dê agirê ewil ê Newroza îsal a Êlihê lê were vêxistin.