Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin

  • 16:26 11 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Şîna Pelda Dogrî ya YJA Starî ku li Amedê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
 
Ji bo endama YJA Starê Pelda Dogrî (Sarya Lorîn) ku di 25’ê Mijadara 2019’an de di şerekî li Herêma Parastina Medyayê bi tevî du hevalên xwe ve jiyana xwe dest dabû, li Mala Şînê ya Farqîniyan a Amedê şîn hat dayîn.
 
Rêveberên MEBYA-DER, DBP, DEM Partî, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên demokratîk yên Amedê bi girseyî serdana şîna Pelda Dogrî kirin.
 
Di şînê de dua hatin xwendin û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re hat xwestin. Şîn dê sibe jî bidome.