
Heyeta Îmraliyê: Azadiya Mam Celal hesreta wê dikir, wê pêk were
- 14:18 18 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
SILÊMANÎ - Pervîn Buldan ku di serdana Heyeta Îmraliyê ya li ser gora Celal Talebanî de pirtûka taybet a di gorê de îmze kir, peyama "Azadiya gelê Kurd a ku Mam Celal hesreta wê bû, wê pêk were" parve kir.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê peywendiyên xwe bi dawî kir. Piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Kubat Talebanî û endamê Dîwana Serokatiya YNK'ê Şanah Îbrahîm Ahmet re, gora Celal Talebanî hat ziyaretkirin.
Deftera taybet a li ser gorê hat îmzekirin
Pervîn Buldan a di Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih girt, li ser gorê pirtûka taybet îmze kir. Peyama Pervîn Buldan wiha ye: “Destpêkirina azadî û aştiya gelê Kurd ku hesreta Mam Celal jê re hebû, tê wateya parastina bîranîna wî. Em soz didin ku ev ê di zûtirîn demê de pêk were. Em xwedî rûmet in ku em dilsoziya birêz Ocalan a bi Mam Celal re bigihînin kurên wî. Ez wî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. "