Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
- 18:22 28 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya ku danê sibehê li Îmraliyê dest pê kiribû bi dawî bû. Şande dê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyekê bide.
Piştî ku Wezareta Dadê bersiva erênî da serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, Alîkarê Serokê Giştî yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Girava Îmraliyê. Civîn bi dawî bû û şande ji Îmraliyê vegeriya.
DEM Partî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Şanda me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û heyeta me vegeriya. Şanda me dê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."