![](/staticfiles/news/246730/2024/12/08/823x463cc-mrk-08-12-24-ozerk-yonetim-ohal-.jpg)
Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
- 09:18 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa aloz a li Suriyeyê rewşa awarte îlan kir.
Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê hat dayîn de wiha hat gotin: “
“Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.”