Li Qamişlo ji bo gelê Şehba û Helebê konê alîkariyê hat vedan

  • 15:10 4 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa şer a li Kantona Efrîn-Şehbayê, Meclisa Bajar a Qamişloyê konê alîkariyê veda û banga piştgiriyê kir.
 
Di çarçoveya seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat ragihand ji bo rewşa dijwar a ku herêm tê re derbas dibe û her wiha ji bo alîkariya welatiyên ku ji Şehba û Helebê koçber bûne Meclisa Qamişlo ya bajar dest bi kampanya kir. Bi amadebûna bi dehan ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê vekirina konê alîkariyê ragihand.
 
Li ser navê vê insiyatîfa Rêveberiya Xweser, Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Ehmed daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
 
“Banga me ji bo tevahî gelên me. Gelê me li Heleb, Şehba û Til Refetê rastî êrişên hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê. Bi rihê seferberiyê û ji bo alîkariya gelê xwe em du konan li bajarê Qamişlo vedikin. Yek dê li rojavayê bajêr li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo were vekirin, ê din jî li rojhilatê bajêr li kêlek gaziya Bedir dê were vekirin.
 
Bi çanda xwe ya hevgirtin û hevdu qebûlkirinê, bila dil û dêriyê we ji bo gelê we vekirî be. Ji ber ku miletê me di rewşeke giran û zehmet re derbas bû û tenê bi cilên ser canê xwe derbas bûn. Tevî derfetên kêm û krîzên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  derbas dibin ji ber êrişên Tirkiyeyê yên berdewam ser binesaziya herêmê, divê ku em bibin alîkar bi hev re di vê rewşê de.
 
Hêviyên gelê me yê Efrîn-Şehba bi me xurt e, loma divê ku em xwedî li vê hêviyê derkevin. Hêviya me jî bi gelê me xurt dibe. Hevgirtina me bersiva herî rast e li hember dijminê me.”
 
Hêjayî gotinê ye ku li bajarên cuda jî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê alîkariyê hat vekirin.