Jinên Suryan kongreya xwe li dar dixin

  • 16:08 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê bi beşdariya 250 delegeyan kongreya xwe ya 5’an li dar dixe.
 
Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê bi dirûşma "Jin hêza guhertinê ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk e" kongreya xwe ya 5’an li avahiya Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenan a li Qamişloyê li dar dixe.
 
250 endamên Yekitiya Jinên Suryan, berdevaka Kongra Star Rîhan Loqo, endamên Koordînasyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kongreyê de amade bûn.
 
Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlî axivî û diyar kir ku ruxmî zehmetî û êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê jinan bi rêya avakirina pergaleke demokratîk gavên girîng avêtine. Îlham Metlî got: "Jinên Suryan bi jinên ji pêkhateyên din ên herêmê re dixebtin da ku gavên pêşketîtir biavêjin."
 
Îlham Metlî banga domandina têkoşînê û parastina destkeftiyan li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
 
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necal Temo jî anî ziman ku lidarxistina kongreya 5’an a Yekitiya Jinên Suryan di rewşeke zehmet û li gel êrişên dewleta tirk, berxwedan û têkoşîna jinan nîşan dide.
 
Berpirsa giştî ya Beth Nehrênê Inxîdwanayê jî bi rêya qeydeke deng ji bo kongreyê şand. Inxîdwana destnîşan kir ku jin di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwedî mafê derbirînê ne û nûnertiya jinan û tevahî gelên xwe dikin.
 
Piştre sînevîzyonek li ser dîroka jinên Suryan û xebatên Yekitiya Jinên Suryan hat pêşandan. Piştre dîwana kongreyê hat hilbijartin.
 
Kongre ji ragihandinê re girtî dewam dike. Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, dê rêziknameya yekitiyê were nîqaşkirin, rapora 2 salan a xebatên yekitiyê were xwendin û nîqaş li ser wê were kirin. Piştre dê berpirsa nû ya yekitiyê were hilbijartin.
 
Yekitiya Jinên Suryan 20’ê Tîrmeha 2013’an hat avakirin. Her du salan carekê kongreya xwe li dar dixe. Kongreya wê ya 4’an jî 10’ê Cotmeha 2022’yan li dar ketibû.