Çîgdem Kiliçgun: Yekîtiya neteweyî girîng e

  • 09:03 25 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat - Semiha Alankuş 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku yekitiya neteweyî bi qasî ku ji bo berjewendiyên malbatê neyên heba kirin girîng e û got: “Ji bilî fîzîkî dagirkirineke bîr û baweriyê ya li hember Başûrê Kurdistanê heye.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dike û her wiha bi hevkariya PDK’ê şer jî giran dike.  
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
*Bi salan e hûn di siyasetê de ne. Hevserokatiya Partiya Keskan a Çep, Parlamenteriya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan, hevserokatiya DBP’ê. Hûn van çawa dinirxînin?
 
Tişta em dijîn encama siyaseta ku dewlet li me ferz dike ye. Partiya Çep a Kesk jî wisa bû. Ji HADEP’ê heta niha partiyên siyasî bi hincetên cuda hatin girtin. Li pêş siyaseta Kurd astengiyên mezin afirandin. Armanc asteng bû. Fikriyata HDP û HDK’ê gelek girîng e. Partiya Çep a Kes û HDK em bi hev dixebitin û pêkhatiyên HDP’ê ne. Berî hilbijartinan doza girtinê li HDP’ê hat vekirin. Ji ber vê Partiya Çep a Kesk wek tedbîr derket holê. Hemû pêkhate di alî HDP’ê de ketin hilbijartinê û di 2015’an de ser ketin. Ji bo mîlyon bê çareserî neyên hiştin û hebûna siyasetê bê domandin di Partiya Çep a Kesk de ez wek berdevk hatim hilbijartin. Piştî hilbijartinan em bi tehdîda girtinê re hatin rû hev. Me bi navê HEDEP’ê berdewam kir. Piştre me bi Dem Partiyê berdewam kir. Ez ji DEM Partiyê bûm parlamenter. Piştre ji bo hevserokatiya DBP’ê hatim hilbijartin û didomînim.
 
*Em werin partiya we. DBP ji bo jinan çi dike, di bernameyên wan de çi heye, di alî jinan de hedefa wan çiye?
 
DBP di esasê de partiyek jinan e. Ji kevneşopiyên partiyên siyasî yên berê tê. Pêvajoya bi baskê jinan dest pê kiriye îro bi meclîsên jinan têkoşîn tê meşandin. Wê demê hevserokatî nûneriya wekhev kota veguherî siyasetê û bi têkoşîna jinan ev kevneşopiya DBP’ê hat qezenckirin. Hem partiyek jinê hebû û têkoşîna jinê û qada jinê bixwe li cihekî mezin e. Jin bi zîhniyeta serdet a mêr û dewletê hat pelçiqandin û ev pozîsyon îro bi hişê dewletê xwe heyî dike. Jin ji qada jiyanê hatine dûrxistin. Di alî me de cihgirtina jinan a di siyasetê û her qada civakê de girîng e. Ji ber vê di meclîsa jinê de rêxistinbûn, xurtkirina pergala hevserokatiyê û kirina vê yekê ya jiyanê gelek girîng e. Em ne tenê di alî jinên Kurd de bi giştî bi hemû jinên di têkoşînê de ne di zemîna têkoşînê ya hevpar de tevdigerin.
 
 
* DBP di alî yekitiya neteweya Kurd de çi dike. Em hedefa partiya we ya pêkhatina yekitiya neteweya Kurd dizanin. Di vê mijarê de xebatên we çi ne? 
 
Yek ji sernavên esas a yekitiya neteweya Kurd, hebûna Kurdan û di vê yekitiyê de xwedî gotinbûne. Yekitiya Neteweyî bi hezar zor û zehmetiyê re tê rû hev. Partiya me ji berê de xebatan dimeşîne û mixabin encamek mayînde nehatiye girtin. Ber bi dawiya salên 2000’î de xebatên me jinan li ser yetkitiya neteweya Kurd tên meşandin. Jin di çarçoveya xebatên neteweya Kurd de rola girîng dilîzin. Di du salên dawî de pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn hinek xebatên me şûnde bixîne jî xebatên me dimeşin. Em pêkhateyên TJA’yê ne. Em baş dizanin ku divê em xebatên xwe hîn bêtir xurt bimeşînin.
 
*Em ji Yekitiya neteweyî bidomînin. Xebatên we bi salan e hene. Em dişopînin. Hûn dikarin hînekî berfirehtir qala vê bikin?
 
Piştî şeran bi peymanan Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin. Bi Pemana Kasri Şîrîn wek erdnîgarî hat parçekirin. Şerê li Başûr vê rewşê nîşan dide. Piştî Kurdistan li çar parçeyan hat veqetandin, her Kurdek bi asîmîlasyon û biyanîbûnê re hat rû hev. Di vê mijarê de der barê mafê gotin û tevgerê de hewldanên cidî ya partiya me heye. Li çar parçeyî yên guh didin vê bangê hene lê mixabin divê tenê bi siyasetê sînor nemîne. Ev mijarek girîng e. Hişmendî kêm e. Di mafê kolektîf ên gelê Kurd de hişmendî kêm e. Bangên me hîna didomin. Em behsa yekitiyeke neteweyî ya ku êrîşan beralî dike, dikin. Em ê gotina xwe her tim bêjin.
 
*Gelê Kurd bertekan nîşanê helwesta PDK’ê didin. Ev wek îxaneta li hember gelê Kurd tê nirxandin. Hûn çi dibêjin? 
 
Êrîşên li hember Kurdan aşkera ne. Rastiyeke PDK’ê ya ku tercîh kiriye bibe AKP’a Başûrê Kurdistanê heye. Divê em bang li PDK’ê bikin. Em tenê li rewşa Başûr nenêrin. Wê Rojava çi bibe. Gund tên valakirin. 80 hezar gund hatine koçberkirin. Ji sedî 80’ê vê jî Kurd in. Mexmûr di bin tehdîdê de ye. Di vî alî de ne pêkan e mirov tercîha PDK’ê şîrove bikin. Em bi konsepeke şer re rû bi rû ne. Em ê her tim li dijî vê bin.
 
Sibehê: Tecrîd, xizanî, krîza aborî, hîzbullah…