Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikan ferz kirin

  • 15:18 19 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Li 3 dayikên di operasyona Bilexşê de hatin girtin di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî hate ferzkirin. Pêdiviyên wan nehatin pêşwazîkirin û hejmartina l ser pêyan li wan hate ferzkirin. 
 
Di dema operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê yê Kercews a Êlihê de 11 welatî hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyê hatibûn berdan. Lê li ser îtîraza dozgeriyê, 9 welatî hatin girtin. Ji welatiyan Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58) û Sare Kaya (59) di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. 
 
Dayikên girtî di serî de lêgerîna tazî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê rastî gelek binpêkirinên giran hatin. Lê dayikan ev zext qebûl nekirin. Jinên girtî di ketina girtîgehê de bi saetan li cihê weke kulube tê binavkirin hatin sekinandin û piştre birin qawîşê. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu mijar xist rojeva Meclisê. Zeynepê, bi daxwaza ku wezîrê dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê û serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da. 
 
‘Pêdiviyên bingehîn bi cih nehatin anîn’ 
 
Zeynepê, di pêşnûmeyê de wiha got: “Di roja ewil de weke xwarin tenê sê parçeyên nanê ziwa dane dayikan. Ji bilî vê tiştek nedane. Di roja ewil a girtîgehê de betaniyeyên berê hatine bikaranîn û nehatine dezenfektekirin û sunger dane wan. Daxwaza wan a betaniye û sungerên paqij bi rojan piştre hatiye pêşwazîkirin. Dayikan vantîlator xwestine lê bi hinceta ku di qawîşa demkî de ne nehatiye dayîn. Tiştên dixwestin ji kantîna girtîgehê bikirin jî jê re nehatine dayîn. Xwendin û nivîsandina dayikan nîne û tevî ev yek dihat zanîn jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe jê hatiye xwestin ku daxwaznameyê binivîsin. Lewma heta demekî dirêj dayikan nekarine pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bikin.” 
 
Hejmartina li ser piyan 
 
Her wiha di 16’ê tîrmehê de gardiyanan her du saetan carekê di bin navê ‘lêgerînê de’ li qawîşê lêgerîn kirine, alavên dayikan belav kirine û di wê navberê de dayik bi saetan di bin tavê de hatine sekinandin. Memûrên girtîgehê gelek caran bi alavan li deriyê qawîşê xistine, deng derxistine û dayik aciz kirine. Yek ji xerabiyên din a li her sê welatiyan hatiye kirin jî hejmartina ser pêyan e.”