HDP'ê Konferansa xwe ya Jinê ya Herêma Anatolyaya Hundir pêk anî
- 14:56 28 Kanûn 2019
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya bajarê Enqereyê Pakîze Sînemlîoglu ku di Konferansa Jinan a Herêma Antolyaya hundir de axivî wiha got: "Li gel tudniya AKP'ê ya ku jinan tunde dihesibîne, li hundir hepis dike û her carê dixwaze wekheviya jin û mêr asteng bikin û tundiya dewletê her kesî hêza me li qadan dît û wê têkoşîna me berdewam bike."
Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Konferansa xwe y Herêmê Anatoyaya Hundir li Navenda xwe ya Giştî ya li Enqereyê pêk anî. Li salona konferansê pankarta bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in" hat daliqandin. Axaftina vekirinê ya konferansa ku gelek jin tevli bûn hevseroka bajarê Enqereyê ya HDP'ê Pakîze Sînemlîoglu kir.
Pakîze diyar kir ku ew wekî jin ji bo ji serdestiya mêr ku li tevahiya cîhanê belav bûye re bibêjin 'bes e' hatin gel hev û wiha berdewam kir: "Em ji bo ji rejîma yek kesî re ya AKP -MHP'ê re bibêjin bes e li vir in. Em li dijî serdestên ku li Rojhilata Navîn destkeftiyên jinê hedef girtin li vir in. Li gel tudniya AKP'ê ya ku jinan tune dihesibîne, li hundir hepis dike û her carê dixwaze wekheviya jin û mêr asteng bikin û li dijî tundiya dewletê her kesî hêza me li qadan dît û wê têkoşîna me berdewam bike."
Pakîze anî ziman ku ew ji bo Hevrîn Xelef a ku di encama êrîşên li ser bakurê Sûriyeyê de hat qetilkirin, ji bo dayika Taybet ku li Sîlopiyê hat qetilkirin li vir in û wiha berdewam kir: "Em ji bo Ekîn Wan, Cemîle, Sakîne Cansiz û Pakîze nayir û hevalên bi wan re li vir in. Herwiha em ji bo Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tunce, Aysel Tugluk, Selma Irmak û Hatîce Çevîk ku keça xwe û ximê xwe id Komkujiya Enqereyê de winda kir li vir in."
Konferans piştî axaftina destpêkê ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.