Pervîn Buldan: Jin temînata aştî, azadî û edaletê ne

  • 16:57 3 Mijdar 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axîvî û wiha got: "Li welatekî ku jin lê ne azad bin mirov nikare bahsa azadiyê bike.  Jinan tişta di nav HDP'ê de bi ser xistin wê di nava siyasetê de jî bi ser bixin. Her valakeke min a ku di nav HDP'ê de têkoşînê dide di heman demê de temînata aştî, azadî û edaletê ye."
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi şîyara "Em bi hêvî û wêrekiyê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê li dar xist. Kongreyê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava", di bin dorpêça polîsan de dest pê kir. Piştî rêzgirtinê û stranên koma NÇM'ê axaftin hatin kirin. 
 
Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, polîtîkayên înkara li ser kurdan rexne kir û wiha got: "Li vî welatî tu kurt bî hiquq ji tere tune. Mînaka vê yekê 2 roj berê pêk hat. Abdullah Zeydan mînaka vê yekê ye. Ji ber ku kurd e û HDP'î ye nehat berdan. Dadgehê berda, lê dozger îtîraz kir û nehat berdan. Hevrêyê Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak e. Ez carek din hişyar dikim, cudakariyek wisa nekin. Ger ku hûn cudakariyê bikin tenê kurdek jî bimîne wê destê we negire û red bike. Ji ber vê yekê îro roja yekîtiyê ye. Em di rojên pir dijwar re derbas dibin. Bi taybetî jin divê bêtir yekîtiya xwe û piştevaniya xwe xurt bikin. Cîhanek ku jin azad nebe azadî pêk nayê. Heta jin azad nebe tu kes azad nabe. Jin temînata edalet, azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Tenê têkoşîna jinan dikare Tirkiyeyê rizgar bike. Dawiya dawî jin dê vî welatî bi rêve bibin.  Em dê bi hevre bi ser bikevin. Em dê bi hevre qezenç bikin. An serkeftin an serkeftin. An aştî an aştî."  
 
'Tecrîd li Tirkiyeyê belav dibe'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî polîtîkayên bloka AKP-MHP'ê bi tundî rexne kir û wiha got: "Têkoşîna Sakîne û Mazluman berdewam dike. Em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe berdewam dikin. Dîsa ji bo Komara Demokratîk a Tirkiye em muzakereyên xwe berdewam dikin. Em têkoşîna demokratîk a radîkal, li dijî faşîzmê mil didin hev û dêtikoşin. Ji ber vê yekê, yê ku em anîn cem hev û rê li pêş vê têkoşînê kir hezar silav. Hezar silav ji Îmraliyê re, hezar silav ji Birêz Ocalan re. 
 
Hurmetê nîşanî têkoşîna Rojava bidin
 
Niha Rejîma Bloka AKP-MHP'ê heye. Bi her awayî polîtîkayên şer berdewam dikin û dijminantiya gelê Kurd dikin. Tişta ku li Sûryeyê kir berdewamiya vê yekê ye. Em carek din 5 sal paşve çûn. 5 sal berê li Kobanê berxwedanek hebû. Wan wê rojê bingeha demokrasiyê ava kir, kurd, tirk, ereb, suryanî, ermenî bi hev re jiyan. Lê yên ku gotin "Kobanê ket wê bikeve" dest bi dijminantiyê kirin. Çi dibêijn "Li Bakurê Sûriyeyê korîdora terorê heye" Em jî dibêjin na, li Bakurê Sûriyeyê korîdora aştiyê, jiyana hevre, koridora demokrasiyê heye. Divê em hurmetê ji reveberiya wan a demokratîk re nîşan bidin. 
 
Em carek din bang li raya giştî ya navneteweyi dikin. Ji bo destûra demokratîk gavan bavêjin. Li Sûriye çiqas şer gûr bibe, li Tirkiyeyê tundî ew qas zêde dibe. Ji ber ku ev îktîdar tenê ji şer xwe xwedî dike. Şer û înkara kurd dike sedema hebûa xwe.  Îro xizanî di asta herî jêr de ye. Îro ji sedî 70'ê kesên teqawît nikarin debara xwe bikin. Ciwan bêkar in. Betalî di asta  herî jor de ye. Sedema betaliyê şer e. Ev butçe butçeya şer û qesrê ye. Ji ber çavkanî li rantê û şer tê xerçkirin îro krîz heye. 
 
Em bêdeng namînin
 
Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Divê hemû hevalên me li karê xwe vegerin. Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Ger ku em li hemberî qeyûm bêdeng bimînin, qeyûm dê sibê bê li deriyê me jî bidin. Dê sibê qeyûm tayînî Pira stenbolê jî bikin. Em tu carî ne poşman in. Em ji bo têkoşîna Komara demokratîk nabin. Îro kesên ji teskereyê re gotin Erê divê poşman bibin. Yên Kurdan cuda dikin û cuda li Stenbolê dinerin û cuda li Amedê dinerin divê poşman bibin. Yên vedigergin bila vegerin. Em venagerin. 
 
Tecrîdê bişkînin
 
Bê hiqûqî û bê edaletî di asta herî jor de ye. 5 sal berê me got ev Tecrîd dê pêl bi pêl belav bibe. Niha wisa dibe. Me got tecrîdê bidawî bikin, lê tecrîdê berdewam kir. Her ku li hemberî tecrîdê bêdeng man, tecrîd pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav bû. Ji ber vê yekê em dibêjin divê ev tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe."