HDK, KCD, HDP, DBP’ê banga rawestandina şer kirin

  • 15:01 9 Cotmeh 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Li dijî operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê HDK, KCD, HDP û DBP’ê  daxuyaniyek hevpar dan. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît got: "Em li hemû parazvanên jiyanê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, kedkar, rêxistinên jinan û her aliyî re bang dikin; ‘Werin em vî şerî rawestînin û li dijî kuştinan jiyanê biparêzin."
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyonek muhtemel a Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi civînek hevpar li Navenda Giştî ya HDP’ê li dar xist. Hevserokê HDP, Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Sedat Şenoglu û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
'Dixwazin destkeftiyên kurdan ji holê rakin'
 
Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da û diyar kir ku di salvegera 20'emîn a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dubare şerek tê plankirin û ev ne tesadufî ye û wiha got: "Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de tespîta ‘dixwazin şerek di navbera kurd û tirkan de derxin’ kiribû. Birêz Abdullah Ocalan gotibû heke şert werin başkirin dê di hefteyekê de pevçûnan ji holê rake. Lê di qonaxa em gihîştinê de siyaseta şer û dagirkirinê dispêrin Gelê Kurd. Em bi îktîdarek ku dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bikin re rû bi rû ne.” 
 
'Gel ji tezkereyê ne razî ne'
 
Gulîstan, anî ziman ku îktîdara AKP’ê meşrûbûna xwe winda kiriye û wiha axivî: “AKP li ber derze ye. Îktîdar ji bo krîza di nav de hel bike, şerek herêmî derdixe. Tu rewabûna vê dagirkirinê nîne. Ji bo rewabûna xwe di nava welat pêk bîne tezkereyê şer anî Meclîsê û derbas kir. Hemû partiyên vê tezkereyê ‘êrê’ kirin divê baş dizanibin ku xelkên vî welatî ji vî şer û dagirkirinê ne razî ye û napejirîne.” 
 
'Wê bariyeran bixin navbera gelan'
 
Gulîstan, da zanîn ku hewldana dagirkirina axa Rojava ji aliyê civakên navnetewî ve jî nayê pejirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev nêzîkatî tê maneya înkarkirin û îmhakirina Gelê Kurd a sedsala 21’emîn. Ev nêzîkatiya li dijî Gelê Kurd û Gelan duh winda kir dê îro jî winda bike. Ji Rojava heta îro ne tehdît, peyamên aştî û biratiyê ji bo Tirkiyeyê hatine dayîn. Gelên Rojava xweişk û bira û dostên gelên Tirkiyeyê ne. Tişta tê fikirîn bi wîjdan û ehlaqî nayê qebûlkirin. Wê ev şer û êrîş aramiya herêmê xera bike. Wê ev şer ji DAIŞ, El Kaîde û çeteyên din ên hov re qadê veke û wan bixe tevgerê. Wê bariyeran bixe navbera gelan. Ji bo em ji îktîdara şerxwaz re bêjin ‘raweste’ berpirsiyariya hemû gelên Tirkiyê ye."
 
'Piştrgiyê bidin Gelên Rojavayê'
 
Gulîstan di dawiyê de wiha bang kir: "Di vê çarçoveyê de em bang li hemû parazvanên jiyanê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, kedkar, rêxistinên jinan û her aliyî re bang dikin; ‘Werin em vî şerî rawestînin û li dijî kuştinan jiyanê biparêzin. Em hemû sazî û dezgehên navnetewî, parêzvanên mafên mirovan û aştiyê, vedixwînin ku piştgiriyê bidin gelên Rojava yên li dijî DAIŞ’a hov serkeftinê bi dest xist. Piştevanî xurtir dike.”