Pêşniyarnameya şer li Meclîsê hat erêkirin
- 20:07 8 Cotmeh 2019
- Ramyarî
ENQERE - Li Meclîsê pêşniyarnameya şer a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hat erêkirin.
Li Meclîsê pêşniyarnameya şer a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hat qebûlkirin. Piştî daxuyaniyên ku li ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar hat girtin.
Ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiyên din û parlamenterên din biryara dirêjkirina pêşniyarnameya şer dan. Navenda Giştî ya HDP'ê li ser hesabê xwe ya Twitter'ê diyar kir ku Meclîs carek din biryara şer erê kir û wiha got: "Kesên ku di odeyên xwe yên luks de dijîn haya wan ji rondikên dayikan nîne."