Jina ku cîhan matmayî hişt: Benazîr Butto

  • 09:04 27 Kanûn 2018
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
STENBOL - Benazîr Buttoya ya li Pakîstanê du caran serokatî kir di navbera 1999-2007’an de li surgunê jiya. Ji bo tevlî hilbijartinan bibe vegeriya Pakîstanê û di 27’ê Kanûna 2007’an de li Ravalpîndî dema ji mîtînga hilbijartinê vediqetya di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Benazir Butto di sala 1953'an de li Karaçi ya girêdayî herêma Sind a Pakistanê hat dinê. Benazir keça Serokwezîrê Pakistanê yê berê Zulfîkar Alî Butto ye. Benazir li Zanîngehên Oxford û Harvard perwerde dîtiye. Benazir ji Zanîngeha Harvard ji Rojhilatê Hindistanê leşkeran dişîne Pakistanê. Ji bo hevdîtina bavê wê, yê wê demê Wezîrê Parastinê yê Rojhilatê Pakistanê bûye bi Netewên Yekbûyî re hevdîtin bike, diçe New Yorkê û di sala 1971'an de dev ji karê xwe berdide. Li New Yorkê Benazir alîkariya bavê xwe dike.
 
Li hember desthilatdariya Feodal yekem serokwezîra jin: Benazir
 
Benazir piştî Zanîngeha Oxfordê diqedîne vedigere Pakistanê. Piştî ku bavê wê tê girtin û darvekirin, demekê di girtîgehê de dimîne. Di sala 1984'an de bi destûra derketina welatên ji derve re, li Birîtanyaya Mezin bi cîh dibe. Li wir di sirgunê de di partiya bavê xwe de serokatiyê dike. Piştî mirina şefê cuntaya leşkerî Ziya Ul Hak di sala 1988'an de ji sala 1977'an ve li Pakistanê cara yekem hilbijartina vekirî tê kirin. Di 19'ê Mijdara sala 1988'an de Benazir di hilbijartinê de bi ser dikeve û dibe yekem jina di welatek misilman de dibe serokwezîr. Benazir li hemberî desthilatdariya feodal di cîhana Îslamî de jî yekem bûye. Di 2'ê Kanûnê de weke serokwezîr dest bi peyîwirê kiriye. Piştî 20 mehan bi hêza leşkerî ji aliyê Gulam Îshak Han ve bi hinceta carek din hilbijartinê ji peyîwirê tê girtin.
 
Piştî ku Benazîr ji peywirê tê girtin Navaz Şerif hikûmeta nû hildibijêre. Di sala 1993'an de carek din Benazîr tê hilbijartin, piştî 3 salan ji aliyê Faruk Leghari ve tê xistin. Benazîr û hevjînê xwe ji sedemên cuda tên darizandin, li gel ku darizandin hîna teqez nebûye jî desteya dadgehê biryara sucdarikirinê dide dadgeha bilind û li wê tê erêkirin. Ji bo ku dewlemendiyên herêma Pencapê bigirin hewl didin Benazirê sûcdar bikin. 
 
Piştî darbeya leşkerî neçar dimîne welat biterikîne
 
Benazirê di sala 1999'an de ji ber darbeya leşkerî ya di bin rêveberiya Pervez Muşerref de neçar dimîne welat biterikîne. Benazir li bajarê Dubaiyê di Yekitiya Emiriya Ereban bi cîh dibe. Di sala 2002'an de ji aliyê desthilatdariya Pervez Muşerref ve Benazir hedef tê girtin, kanûnek ku tenê serokwezîr dikarin du deman li ser peywirê bimîne, derdixe. Di sala 2007'an de li Akabinê carek din rêya ji nû ve Benazir bibe serok tê vekirin. Di pirtûka ‘Keça Rojhilatî’ ya cotmeha sala 2007'an de li Pakistanê di bin desthilatdariya mêran de berxwedana Benazîrê tîne ziman.
 
Bi sûîkastê hedef hat girtin
 
Ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê bibe car din Benazir vedigere Pakistanê. Ji ber êrîşên El Kaideyê Benazir nikare vegere. Muşerref ji wê dixwaze hatina xwe taloq bike û ji dadgeha bilind ji bo xwe efûyê bixwaze û li benda efûyê bimîne. Lê Benazirê vê yekê napejirîne, di 18'ê Cotmeha sala 2007'an de piştî 8 salên sirgunê vedigere Pakistanê. Hevalên Benazir gelek bi wê şanaz dibin, lê di heman rojê de di êrîşek bombeyî ya sûîqastê de hedef tê girtin. Benazîr di 27'ê Kanûna 2007'an de di mitînga hilbijartinê ya tê de êrîşa bombeyî pêk hat û 130 kesî jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe ji dest da.
 
Salek piştî mirina Benazîr Butto, Xelata Mafê Mirovan a ji aliyê NY’ê ve 5 salan carê tê dayîn hêjayî kurê Benazîrê Bîlaval Butto Zerdarî hat dîtin