Pêşenga serhildana otobusê: Rosa Parks

  • 09:14 24 Cotmeh 2018
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Rosa Parks a bi çalakiya îtiatiya sivîl deng da, 13 sal e ji nav me veqetyaye û bi çalakiya pêk anî hîna di hişan de ye.
 
Di 1’ê Kanûna 1955’an de li eyaleta Alabama ya Amerîkayê li bajarê Montgomery jina reşik Rosa Parks bi çalakiya di otobusa şaredariyê de pêk anî deng da û çalakiya wê îro jî ji bo destkeftina mafên reşikan pêşî vedike.
 
Rosa di 4’ê Sibata 1913’an de li eyaleta Alabama ya DYA’yê tê dinê û ji ber reşik in bi malbata xwe re rastî newekheviyê tê. Rosa di 1943’an de tevlî tevgera Welatiyên Amerîkayê dibe. Rosa ya dirûnvaniyê dike, di 1’ê Kanûna 1955’an de li bajarê Montgomery ji karê xwe yê fuara bajar saet di 6’an de derdikeve û li otobusa şaredariyê siwar dibe. Hinek kesên sipî li ser piyan dimînin, ajokar ji reşikan re dibêjin rabe. Li ser hişyariya ajokar reşik radibin û berê xwe didin dawî. Rosa jî radibe lê berovajî pergala cemawerî. Diçe kursiya ligel camê û li çavê ajokar dinêre. Her kes matmayî dimîne. Ji ber pergala cemawerî êdî dibin tehdîdê ye. Roja vê bersivê dide: “Ez ranabim û cihê xwe nadim kesekî din’.
 
Çalakiya wê li dijî pergala heyî bû
 
Rosa piştî çalakiyê dibêje ‘Berxwedana min a li dijî vê pêkanîna li hember otobusê di 1’ê Kanûnê de dest pê nekir. Li şûna ez li otobusê siwar bibim ez pir caran meşiyam.’ Li gorî qanûna di serê salên 1900’î de pêk hatiye 4 kursiyên ewil yên otobusan ji kesên sipî re bûn. Çalakiya Rosayê ev pergal têk biribû û serhildana wê li dijî vê pêkanînê bû.
Piştî berteka Rosayê ajokar otobusê dide sekinandin û li polîs digere. Rosa wiha dibêje: “Dema hatim girtin yekane tişta min dizanî, ev bû ku ez vê biçûkxistinê tu car qebûl nakim û nabim rêwiyê vê şermê.”
 
Otobus hatin boykotkirin
 
Girtina Rosayê ewil balê nakşîne jî seroka Montgomery NAACP ya organîzasyona aktîvîsta mafên reşikan Edgar Nîxon û hevalek Rosayê 100 dolar kefalet didin û Rosa tê berdan. Piştî endama Konseya Polîtîk a Jinan û projesora Zanîngeha Alabama Jo Ann Robînson agahî digire bi şev 35 hezar belavokan amade dikin bang li gelê Montgomery dike ku otobusan boykot bikin.
 
Reşikan piştgirî dan çalakiya Rosayê 
 
Di 5’ê Kanûnê de Rosa derxistin dadgehê û reşikan ji bo boykotê qad terk nekirin. Wê rojê herî kêm 40 hezar rêwî meşiyan û çûn malên xwe. Boykot bi ser ketibû û li bajar hestiyariyek ava bûbû.
 
Her wiha piştgiriyê ji bo boykotê jî zêde bûn û çalakiya Rosayê encam da û di 1964’an de Qanûna Mafên Sivîl hat derxistin.
 
Êrîşên li hember Rosayê berdewam kir
 
Rosa di 1957’an de ji ber tehdîdên mirin û êrîşan ewil çû Vîrgînîa û piştre jî çû Detroît. Li aliyê din jî di tevgera mafên sivîl de têkoşîna xwe da. Di 24’ê cotmeha 2005’an de di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.