Beşa yekem a romana azadiyê ya naqede: Gurbetellî Ersoz

  • 09:09 7 Cotmeh 2018
  • Portre
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Gurbetellî Ersoz a ku got ‘Heta hawêra jiyana zad neyê afirandin divê xwîn û canê min tunebe’, 32 sal temenê xwe bi lêgerîna azadiyê derbas kir. Gurbetellî di têkoşîna azadiya jinan de wek beşa ewil a romana azadiyê têr û tije jiya.
 
Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu ya Xerpêtê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karkger dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û Ez baş hînî tirkî bûm.”
 
Daxwaza fêrbûnê ya bê sînor
 
Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Serokê kursiyê rojekê dibêje: “Ev hezkirina te ya laboratuvarê şertê yekem yê zanyariyê ye. Lê vê ji bîr neke tiştên te hîn dibî, tu bi kesên din re parve nekî tu wateya wê namîne.”
 
Komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê
 
Gurbetellî piştî lîsansa bilind diqedîne sê saland li beşa kîmyayê wekî hîndekara lêkolînê xebatê dimeşîne û xala girîng ya jiyana wê jî komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê bûn. Der barê vê de wiha dibêje: “Kîmyager divê herî zêde bi Çernobîl û Halepçeyê re eleqder bibûna, ji bar ku van bûyeran ez gelek matmayî hiştim. Min pirsa ez çime, divê e çi bikim ji xwe pirsî.” 
 
Gurbetellî di vê navberê de rojnamegeriyê jî dike. Di 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkencê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî a rojnameya Ozgur Gundemê ya di 26’ê Nîsana 1993’an de dest bi  weşandê kir. Bi vî awayî di dîroka Tirkiyeyê de dibe jina ewil a gerînendeya giştî ya weşana rojnameyê.
 
‘Ger çapemeniyê rastî binivsiya wê evqas kes nemira’
 
Gurbetellî bi gotinên xwe Ozgur Gundem wiha vedigot: “Ozgur Gundem rojnameyek dijbere. Em bi awayekê cuda li pirsgirêkan dinêrin. Ev jî cesaretê dixwaze. Ez nabêjim pir başe, lê cudahî kêm be jî bidestxistiye. Em wek rojnameya kurd hatin bi navkirin. Gotin pisgirêka kurd tune. Me jî got ‘ev rastiyeke’. Niha çapemenî dibêje ‘pirsgirêka kurd heye’. MGK brîfînga dide. Tiştek wisa li kîjan welatî heye? Lê niyeta baş ya nûçegîhan têr nake. Ji kê re xizmetê dike ew girînge. Çapemeniyê rastî binivsiya wê evqas mirov nemiriba.”
 
Dîsa tê girtin
 
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. di bin çavan de rastî îşkenceyan tê. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. faliyetên rojnamegeriyê dimeşîne. Nûnera Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Tirkiyeyê Nadîre Mater bi Gurbetellî re roportajekê dike. Gurbetellî di roportajê de diyar dike ku di navbera kîmyagerî ku qada wê ya akademîk e û rojnamegeriyê de tiştekî cuda tune ye. 
 
Gerînendeya giştî a jin a ewil
 
Gurbetellî taybetiya xwe ya ku gerînendeya ewil a jine jî wek serkeftina têkoşîna jina kurd bi nav dike. Gurbetellî dema biryara xwe dide ku şerê xwe li qadekê bide dibêje ‘Bi xatirê bajar, bi xarê we bajarno’ û berê xwe dide çiyan. Gurbetellî di 7’ê cotmeha 1997’an de li herêma Başur a Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
‘Kesayetek wê ya rengîn hebû’
 
Rojnameger Yurdusev Ozsokmenler ku bi Gurbetellî re di Ozgur Gundemê de xebitiye axivî û got Gurbetellî di pêvajoyeke ku nîqaşên divê rojnameyek çawa be de tevlî xebatan bûye û got di demek kurt de di nîqaşan de derketiye pêş û got berê jî peywirdara lêkolîna kîmyewî bûye. 
 
Yurdusevê wiha got: “Me xebatên derxistina rojnameyê ya dema duyem bi hev re meşand. Kesek rêxistinker bû. Ji ber vê bû gerînendeya gitştî ya weşanê. Demek zor bû. Derxistina rojnameyê çêkirina nûçeyan, vekirina buroyê pir zehmet bû. Kuştinên kiryar nediyar dihatin jiyîn. Gund dihatin şewitandin. Rojnameger dihatin kuştin. Di derxistina rojnameya duyem de Musa Anter hat kuştin. Divê me ev pêvajo berhev bikira. Gurbet di vê mijarê de gelek jîr bû. Ji bo avakirina tora piştevaniyê pir ked da. têkiliyên wê pir bi kesên ronakbîr re hebûn. Ew jî dihatin rojnameyê bi saya wê. Gurbetellî gelek jîr bû. Di avêtina manşetan de, sernavan de, teşeyê rojnameyê de pir aktîf bû. Ligel vê nexweş bû jî. Carna pir êşa wê çêdibû. Me digot bîhna xwe bide, lê ew dihat rojnameyê. Wê li ser gelek hevalan bandorek mezin kir.”
 
‘Xwezî li qadê hîn bêtir bimana’
 
Yurdusevê di dawiya axaftina xwe daxuyakirin ku ew bi şev û roj di şertên zehmet de bi hev re xebitîne û got tevî ku Gurbetellî pir ciwan bû jî, xwe baş gîhandibû û karên gelek mezin dikir. Yurdusevê di dawiya axaftina xwe de got xwezî ew hîn bêtir li vê qadê bimana û wê hîna gelek tiştên xweş bikira û anî ziman ku Gurbetellî miroveke ku evîndara azadiyê bû.