'Bi hestên hunerî şopdara doza tevgera Kurd bû'

  • 09:36 14 Tîrmeh 2018
  • Portre
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Rûken Ebdulxenî Oso (Rûken Mêrxas)  di tevgera têkoşîna azadiya Kurd de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedanek bê hempa da û bû sedem ku bi hezaran jin ji zilma çeteyan rizgar bibe. Rûken Ebdulxenî Oso di 13'ê Tîrmeha 2016'an di hemleya azadiya Minbicê de gihaşt şahadetê. 
 
Rûken Mêrxas di sala 1987'an de li Kantona Hesekê ji dayik bû. Rûkenê di nava malbatek welatparêz de mezin bû. Her wiha di warê hunerê de jî xwe pêş xistibû û helbest dinivîsand. Rûkena ku Zanîngeha Hiqûqê qedand di heman demê de stran jî digot. Rûkenê piştî ku Zanîngeha Hiqûqê qedand şûnde beşdarî nava refên Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) bû. Xaltîka Rûkenê, Fatima Oso da zanîn ku Rûkenê bi dilsoziyê heta dawiya emrê xwe ji bo têkoşîna doza kurd berxwe da. 
 
'Bi hestên hunerî şopdara doza tevgera Kurd bû'
 
Fatima Oso diyar kir ku Rûkenê hem bi hestê welatparêzî hem jî bi hestên hunerî tev digeriya û got:"Rûkenê ji zarokatiya xwe heta niha her dem fedakarî dikir. Hemû kesan ji wê hez dikir. Rûkenê di destpêkê de cihê xwe di nava Koma Tolhildanê de girt, di 2015'an de jî beşdarî nava refên YPJ'ê bû. Rûkenê hem têdikoşiya û di heman demê de jî di warê hunerê de xwe pêş dixist. Bi hestên hunerî şopdara doza tevgera Kurd bû."
 
'Bi rihekî welatparêz tev digeriya'
 
Fatmayê da zanîn ku Rûkenê her dem bi rihekî welatparêz tev digeriya û wiha dewam kir:"Rûkenê ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşiya. Di hemleya rizgarkirina Minbicê de jî bû sedema rizgarkirina gelek jinên Ereb."
 
'Rûkenê jinek bi rûmet û fedakar bû'  
 
Keça xaltiya Rûken Ebdulxenî Oso, Eytan Oso jî da zanîn ku Rûkenê ji bo hevalên xwe û ji bo doza xwe canê xwe feda kir û got:"Rûkenê jinek bi rûmet û fedakar bû. Wê li dijî çeteyan bi hêz û serbilindî berxwe da. Rûkenê jinek bi rûmet û fedakar bû. Em ê hemû heta dawî şopdarê doza leheng Rûkenê bin."