Ji kurhahiya daristanê qîrîneke ku mîlîtarîzmê dihejîne

  • 12:55 12 Tîrmeh 2018
  • Portre
STENBOL - Sakîne Can qîrîneke ku di sala 1938'an de ji kurahiya daristanê belav bû, jineke ku di salên 1975'an de du lawên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin ku di salên 1980'yan de li dijî fermandarê darbeya 12'ê Îlonê serî rakir û tevahiya jiyana wê bi berxwedanê derbas bûye ye. Gotina herî dawî ya sakîneyê wiha ye: "Ez êdî pîr bûme û nema dikarim."
 
Sakîne can a ku hemû zor û zahmetiyên Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî jiya û ji bo kesên ku li ber girtîgehan li ber xwe didan bû sembola berxwedanê,  roja şemiyê ya hefteya çûyî ji ber qeyrana dil ku derbas kir jiyana xwe ji dest da. Sakîne di heman demê de dayika Celaletîn Can ê ku  Berdevkê Komelya 78'an û Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.  Qîrîna azadiyê ya Sakîneyê ji zarokatiya wê de dest pê dike.  Piştî Serhildana Dêrsimê ya 1938'an di komkujiya ku hat kirin de bav û deh apên sakîneyê li ber çavên wê tên qetilkirin. Sakîne piştî qetilkirina bav û apên xwe bi qêrîn û hawar bi rojan li nava daristanê digere. Piştî wê di sala 1975'an de du lawên wê tên qetilkirin. 
 
Sakîne di di serdema Darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî de piştî ku lawê wê Celaletîn Can tê girtin û 19 salan di girtîgehê de dimîne li dû lawê xwe girtîgeh bi girtîgeh digere û dest ji têkoşîna xwe bernade. Sakîne bi vê têkoşîna ku dide û dilgermiya xwe dibe dayika hemû girtiyên siyasî. Sakîne ya ku di sla 1984'an de ji bo lawê wê Celaletîn ê ku di Girtîgeha Xerpêtê de di rojiya mirinê de ye îkna bike tînin girtîehê ji lawê xwe re wiha dibêje: "Lawê min gelek kesî dest ji berxwedanê berda, min bertek nîşanî malbatên ku dest ji berxwedanê berdan da, me li hember dewletê rezîl neke û dest ji berxwedanê bernede." Piştî vê axaftina Sakîneyê mudurê girtîgehê dibêje, "Ne tu ji bo ku lawê xwe îkna bikî hatibûyî." Sakîne wiha bersîva mudûrê girtîgehê dide: "Ji bo ku sekneke bi rûmet nîşan bide min ew îkna kir."
 
Qîrîna li kûrahiya daristanê
 
Eşîreta kalê sakîneyê Mele Ahmet di sala 1938'an de tevli şerê çekdarî nabe û bêyî ku hevkariya dewletê bike bê alî dimîne. Lê Alîkariya eşîretê ya ji bo Eşîrtên wekî ya Koçgiriyê ji çavên dewletê nareve û fermandarê bi navê Alptekîn bavê Sakîne û deh apên wê qetil dike.
 
Sakîne piştî vê bûyerê ji ber travmaya ku dijî diçe daristanê û bi rojan bi qîrîn û hawar di nava daristanê de digere. Sakîne her ku li nav daristanê digere li cenazeyekî rast tê.  Sakîne demekê li gel malbateke ku mîna wê xwe li daristanê girtiye dimîne û piştre radestî malbata xwe tê kirin. Piştî vê ew qêrîna Sakîneyê ya li daristanê ji bo wê vedigurhere hêza berxwedanê û sakîne tevahiya jiyana xwe bi berxwedanê derbas dike.
 
2 lawên wê hatin qetilkirin
 
Ji lawên sakîneyê Mehmet Can yê ku tevli tevgera xwedekaran dibe, di sala 1975'an de piştî ku deriyê wan tê nîşan kirin tê qetilkirin. Lawê Sakîneyê yê din Adîl Can jî beriya darbeya 12'ê Îlonê piştî ku tevli çalakiyekê dibe ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û sîxuriya dewletê lê tê ferzkirin. Lê Adîl ji ber ku cihê hevalên wî yên ku reviyan nîşan nade bi îşkenceyê tê qetilkirin. 
 
Sakîne dest ji têkoşînê bernda
 
Sakîne piştî ku lawê wê Celaletîn Can di sala 1980'yî de digirin û li Balefirgeha Leşkerî ya Meletiyê îşkence dikin dikeve tevgerê, serî li hemû rêbazan dide û têkoşîna xwe bi her awayê berdewam dike. Sakîne piştî ku lawê wê tînin Girtîgeha Xerpêtê jî serî li hemû saziyan dide, dest ji têkoşînê bernade û xedî li hemû girtiyên siyasî derdikeve. Berxwedana Sakîneyê ji çavê fermandarê leşkerî jî nareve û gazî wê dike. Fermandar ji sakîneyê re dibêje, "Hûn gel li hev sor dikin" Sakîne jî wiha bersîvê dide, "Serkêşê vî karî darbekar in." Skîne li dijî hemû mudurên girtîgehan li ber xwe dide û di serî de ji bo lawê xwe ji bo hemû girtiyên siyasî têkoşînê dide. 
 
Ew faşîzmê ji zarokatiya xwe de nas dike
 
Sakîne ya ku ji bo lawê xwe yê tê îşkencekirin têkoşînê dide ev têkoşîn di be sedem ku ew jî bê îşkencekirin. Lê sakîne serî natewîne û bi qîrîn dibêje "faşîtno". Sakîne ji dema zarokatiya xwe de ku li nava daristanê li cenazeyan rastê faşîzmê nas dike. Ew zarkeke ku beriya pêlîstokên xwe nas bike faşîzm nas kiriye ye.  Dema ku bi çavên xwe dibîne lawê wê Celaletîn tê îşkencekirin serê xwe li dîwaran dide diqîre li dijî faşîzma ku tevahiya mêjiyê wê dagir kiriye li ber xwe dide.
 
Gotinên Sakîneyê yên beriya ku jiyana xwe ji dest bide wiha ne:
 
"Du lawên min hatin qetilkirin û wê yê din jî di girtîgehan de birizînin. Min ew ji wêderê rigar kir lê min ew neparast, dîsa ew gitin. Ez êdî pîr bûme û ez ê êdî wî nebînim. Hêzamin a ku ez lawê xwe ji faşîtan bistînim nemaye, zarokên min emanetî weê"
 
'Tu bi salan li du min geriyayî ez hatim'
 
Dema ku Sakîneyê ji ser hişê xwe diçe wê dibin nexweşxaneyê, lawê wê Celattîn wê hebêz dike û dibêje, "Dayê ez hatim. Tu bi salan li dû min geriyayî ez hatim, tu min dibihîzî gelo?" Di wê demê de çavên Sakîneyê vedibin û tenê rondik ji wan dibarin. Doktor ji vê rewşê matmayî dimînin ji ber ku bêyî hişê wê li serê wê be çavên xwe vedike û lawê xwe dibihîze. Piştre doktor wiha dibêje,"Dayikên ku ji tiştên li dû xwe dihêlin bi gûman in vê dikin."
 
Lawê wê Celaletîn Can dayika xwe û berxwedana wê wiha vedibêje: "Di tevahiya jiyana xwe de wekî ku di zarokatiya xwe de li daristanê jiya di hemû jiyana xwe bi qîrîn tevgeriya. Ji bo ku zarokên xwe biparêze her bi qîrin jiya. Qirînek biriya em ê berxwedana wê berdewam bikin."
 
Kesên ku qîrîna sakîneyê bihîstine ew ê wê di berxwedana xwe de bidin jiyandin. Ji ber ku em dizanin gek tiştên ku ew nikarin bêdeng bikin û bidin jibîrkirin hene di kûrahiya daristnên bi xwîn de...