Şervana Kizilbaş a Kurd a Mereşê: Fata Reş

  • 09:05 24 Adar 2018
  • Portre
Gulîstan Azak 
 
MELETÎ - Fata Reş a Kizilbaş a Kurd a Gurgumê (Mereş) yek ji jinên ku di dîroka Kurd de bûye efsane ye. Biraziya Fata Reş, Elîf Fata Reş (90) diyar kir ku Fata Reş sembola jinan a Kizilbaşên kurd a Mereşê ye.
 
Fata Reş a bi cesaret û sekna xwe ji aliyê her kesî ve pesnê wê tê dayîn yek ji jinên di dîroka kurd de bûye sembol e. Biraziya Fata Reş, Elîf Fata Reş ( 90) ji bo meta xwe wiha got: “Ew sembola jinên Kizilbaş e. Jinek şervan a bi dijmin re şer kiriye. Wêneyê wê yê li malê mîrateya ji bo malbatê ye.”
 
 Rojnameya El Vakaî El- Misriye ya wê demê weşan dikir di 4’ê Mijdara 1877’an de di hejmara 730’î de ji bo Fata Reş wiha dibêje: “Prensesa Kurd a fermandariya artêşê kiriye gelek hat axaftin. Lê li gorî agahiyên ji Stenbolê hatine girtin navê vê prensesê Fata Reş e. Ji bo xwe 500 leşkerên dildar kom kir û fermandarî kir, li dijî dijmin şer kiriye. Jina kurd a fermandar di dawiya salên 1800’î de jiyana xwe ji dest dide û wê demê di rojnameyên Ewropayê de jî wek ‘Prensesa Kurd, ‘Fata Reş a ji Kurdistanê’ û ‘Amazona Kurd’ hat nasîn.”
 
Wekî tirk dan nîşandan
 
Şervana Kurdên Kizilbaş Dîroknasên fermî ‘Fata Reş’ wek Tirk dan nîşan dan. Lê rojnameyên wekî yên Îngîlîz The Illustrated London News, Fransız Illustration, Jornal Universal û Le Tour de Monde, Alman Globus, Îsveç Svenska Familj-Journalen ev sernav di manşetên xwe de avêtibûn: ‘Amazona Kurd li Stenbolê ye’, ‘Jina Seroka Eşîra Kurd bi 300 Amazonî li Stenbolê ye’, ‘Prensesa Kurd di Şer de ye’, ‘Qehremana Kurdistanê Fatma Kurd’. Îngîlîz The Illustrated London News, di 24’ê Hezîrana 1854’an de di hejmara xwe ya wê rojê de Fata Reş ji ku hatiye nivîsandibû: Fata Reş ji bajarê Gurgum (Mereş) ê Kurdistanê ye. Qehremaniya Kurdan tirsek mezin dide dijmin…” 
 
‘Ger we Kurdî bizanibana, hewce bi Tirkî nedima’ 
 
Tevlîbûna jinekê a şer ji bo Osmaniyan bûye çavkaniya moralekî mezin û ji bo mirov tevlî şer bibin çûne Stenbolê. Tê gotin ku Fata Reş ji aliyê padîşah Abdulmecît ve hatiye qebûlkirin û axaftina navbera wan wiha ye: Padîşah:Kesek wek te ya qehremaniyek wisa nîşan dide çawa dibe ku tirkî nizane. Fatma: Padîşahê min ger te kurdî bizanîbûya, wê hewce bi axaftina tirkî nemaba.
 
‘Bi cesareta xwe di nav gele de pir hat hezkirin’ 
 
Biraziya Fata Reş, Elîf Fata Reş ku bi qehremaniyên meta xwe mezin bûye diyar dike ku Fata Reş di dîroka jinên kurd de cihekî girîng digire û seroka eşîra Mereşê bû. Elîf Fata Reş wiha got: “Di Şerê Kirim yê sedsala 19’an de Fata Reş di 300 şervanî diçe Stenbolê hevdîtinan dike. Cesaret û qehremaniya Fatê ew tevlî şerê Osmanî-Rus yên navbera 1853-1856 dike. Wek ‘Şervana Kurd’ tê bi navkirin. Li dijî emperyalîzma Rusyayê berxwedan nîşan daye. Ev helwest û berxwedêriya wê di nav gel de bûye efsane. Fata Reş sembola me jinên Kurd ên Kizilbaş e.Ji ber em ji malbata wê tên em kêfxweşin. Ez bi wê serbilindim.”