'Dayê Xanim' a Kurdan soza xwe girt

  • 11:40 28 Sibat 2018
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser mirina Mîna Qazî  de 20 sal derbas bû. Di têkoşîna azadiya jinê ya ku sedsala 21'emîn kir sedsala jinê de Mîna Qazî wekî sembolekê ye. Mîna pêşengtî ji avakirina Komara Kurd a Mahabadê kir û li serfiraziya ku jê re pêşengtî dikir xwedî derket. Mîna li dijî Rêjîma Îranê ya desthildatdar û otorîter berxwe da û li ser axa ku ji dayik bû jiyana xwe ji dest da. 
 
Jinên ku amadekariya pêşwaziya 8'ê Adarê dikin, mîrateya ku ji wan re maye lê xwedî derdivekin û ji nifşekî din re dihêlin. Jinan ji Clara Zetkîn heta Roza Luxemburgan, ji Zafîfeyan heta Besêyan, ji Behîceyan heta Sarayan, ji Sêvêyan heta Delalan, Barînan, Avestayan têkoşîna edaletê mezin kirin û navên xwe di rûpelên dîrokê yên mezin de nivîsandin. Jinên Kurd di warê têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr xwedî roleke girîng in. Ji nav van jinan yek jê Mîna Qazî ye. Di têkoşîna azadiya jinê ya ku sedsala 21'emîn kir sedsala jinê de Mîna Qazî wekî sembolekê ye. 
 
Mîna pêşengtî ji avakirina Komara Kurd a Mahabadê kir û li serfiraziya ku jê re pêşengtî dikir xwedî derket û li dû mêran nemeşiya. Mîna di 1908'an de li Mehabadê ji dayik bû li têkoşîna ku di ciwantiya xwe de nas kir xwedî derket. Ji bo axa ku lê ji dayik bû ji zext û zordariyan paqij bike têkoşînek mezin da. Mîna bi hevserê xwe Qazî Mihemed re ji bo gelê Mehabadê berxwe dan û di 1946'an de ji bo avakirina Komara Kurd a Mehabadê roleke çalak lîst. Mîna bi Qazî re gelek serkeftiyên nû bi dest xist. Lê wê nasnameya wekî "hevsera Qazî Mihemed" red kir. Ji bo jinên Mehabadê jî têkoşîna li dijî zayendperestiyê da.  
 
Yekîtiya Jinên Kurd ava kir
 
Mînayê kolan bi kolan geriya û gihaşt hemû jinan û bû xwedî keda ku jinê teşwîqê têkoşînê dike. Destilatdariya mêr a li ser jinê red kir û piştî îlankirina komarê 14'ê Adara 1946'an de "Yekîtî Afretanî Jinên Kurdistan" ava kir û bû serokê vê avahiyê. Di heman demê de Mînayê navendên perwedeyê ya ji bo xwendin û nivîsandinê vekir. Her wiha Mînayê herêm bi herêm digeriya û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan berxwe dida.
 
Jinên Mehabadê di bin bandora Mînayê de man
 
Mînayê Mehabad wekî zarokekê hembêz dikir loma ji wê re digotin "Dayê Xanim". Mînayê bi germahiya dilê xwe tu caran li ser gelê Mehabadê pozbilindî nekir, jiyana xwe di nava gel de derbas dikir. Mînayê xwediyê 8 zarokan bû. Navê zarokên wê: Îsmet, Elîf, Îffet, Munir, Fevziye, Suheyla, Pervîn û Meryemê bû. Mînayê her tim girîngiya wateya Mehabadê ji zarokên xwe re rave dikir. Mînayê hemû zêr û pereyên di sindoqa xwe de derdixe û ji bo sindoqa Mehabadê vediqetîne. Jinên Mehabadê jî di bin bandora Mînayê de dimînin û zêrên xwe didin banqeya welêt. 
 
Komara Mehabadê li dijî hêzên derve xwe diparêze lê di 17'ê Kanûna 1946'an tê hilweşandin. Piştî ku Mehabad hildiweşe Malbata Barzaniyan jî ku ji ber Rejîma Iraqê hatibû Mehabadê, mecbûr dimînin ku herin. 
 
Qet dev ji têkoşînê berneda
 
Piştî hilweşandina Komara Mehabadê rejîma Îranê fermana îdamkirina Qazî Mihemed dide û piştî vê fermanê Komara Mehabadê hildiweşe. Di wê serdemê de diyalogek di navbera Mîna û Qazî de derbas dibe. Diyalog wiha ye:"Mînayê di rojên ku dê Qaziyê bê daliqadin xemgîn dibe û digirî. Qazî dipirse dibêje 'Tu ji bo çi digirî? Divê jinên Kurd negirîn. Ez baş dizanim ew ê min daliqînin. Divê tu jî vê yekê bizanibe. Lê girî li jinên Kurd nayê." Mînayê ligel hemû zextên rejîma Îranê nareve û berxwedana xwe didomîne. Keça wan Îffet Qazî ya li sirgunê, li Swêdê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve di encama êrîşa bombeyê de di 1988'an de  jiyana xwe ji dest dide. Rejîma Îranê destûrê nade ku cenazeyê Îffetê bê girtin.  
 
Piştî îdamkirina Qazî, Mîna têkoşîna xwe dewam dike. Ligel hemû zext û îşkenceyan berxwe dide. Di 85 saliya xwe de jî Mînayê tê girtin û îşkence lê tê kirin. Lê ew dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernade. 
 
Mîna soza xwe anî cih
 
Mînaya ku rizgariya Kurdistanê berî her tiştî dianî pêş çavan, li Mehabada ku gelek jê hez dikir di 1998'an de jiyana xwe ji dest da. Mînaya ku li dijî Rejîma Îranê bi salan têkoşiya soza ku ew ê li se axa xwe jiyana xwe ji dest bide anî cih.